Balûken: AKP ji bo hilbijartinê betal bike dikare şer kûrtir bike!

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken got, "AKP dixwaze di rewşeke şer û kaosê de dest li hilbijartinên 1'ê Mijdarê werbide." Balûken diyar kir ku ji bo vîna gel xwe di sindoqan de bide der, ew ê plansaziya tedbîran bixin meriyetê.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken got, "AKP dixwaze di rewşeke şer û kaosê de dest li hilbijartinên 1'ê Mijdarê werbide." Balûken diyar kir ku ji bo vîna gel xwe di sindoqan de bide der, ew ê plansaziya tedbîran bixin meriyetê.

Balûken ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku dema li cihên weke Silopiya, Lice, Cizîr, Farqîn, Şemzînan, Gever, Colemêrg û Şemzînanê cihê dewlet lê operasyon û komkujiyan dike were temaşekirin, tê dîtin ku li van herêman HDP'ê zêdeyî ji sedî 90 ê dengan stendiye. Balûken axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

'DIXWAZIN BI AFIRANDINA REWŞA ŞER RE HILBIJARTINÊ BIDIN BETALKIRIN'

"AKP bi pêvajoyên operasyonî re, bi cezakirina gelê deng daye HDP'ê re gefê li 1'ê Mijdarê dixwe. AKP dixwaze di vê rewşa şer û kaosê de şer kûrttir bike û hilbijartinê ji bo demeke pêş taloq bike. Li gorî hukmê pêwendîdar ê destûra bingehîn hilbijartin ancax di şert û mercên şer de dikare were taloqkirin. AKP dixwaze li gorî anketan û bandora cenazeyan li anketan, vê bijarkê di destê xwe de rabigire. Ji ber vê yekê xwe nêzî rewşa agirbest û maseya muakereyê nake. Bi tezkerey şer re kozeke mezin ji AKP'ê re hat dayîn. Eger AKP di anketên xwe de bibîne di 1'ê Mijdarê de vîneke cuda ya li hemberî pêşeroja wê ya siyasî derdikeve holê, wê bi vê tezkereyê re di emel de şer derxîne û hilbijartinê taloq bike. Pêwîste rastiyeke bi vî rengî, bê dîtin."

'ŞERTÊ YEKANE YÊ JI BO HILBIJARTINEKE RAST: REWŞA BÊŞER-AGIRBEST E'

Balûken diyar kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi israr rojeva hilbijartinê derdixîne pêşiya rojeva aştiyê û got, "Hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê li ser gel ferz kiriye. Ji ber vê yekê divê mercêng efê li ewlekariya hilbijartinê dixwin, ji holê werin rakirin. Lewma girîng e AKP bi xemsarî nêzî bangên HDP'ê nebe. Eger em encameke baş û rast a hilbijartinê dixwazin, divê rewşa bêpevçûn û agirbestê bikeve meriyetê."

Balûken anî ziman ku şert û merc çi dibin bila bibin wê HDP plansaziya ewlekariya hilbijartinê bi cih bîne û diyar kir ku di vê mijarê de nîqaşên pêwîst hatine kirin.

Li dijî dek û dolabên li ser sindoqan û xespa vînê Balûken bang li însiyatîfên sivîl kir, ku bikevin nava xebateke aktîf û got, "Helwesta şer a dewlet û AKP'ê çi dibe bila bibe, weke HDP ji bo vîna gelê me di sindoqan de xwe bide der, em ê hemû tedbîran bigirin."