Li Dêrsimê rewşa aloz didome

Di şerê li Dêrsimê de gerîlayekî jiyana xwe ji dest da, gerîlayê birîndar bû jî hat emeliyatkirin. Di şer de polîsek jî hat kuştin. Ji ber guleyên polîsan 4 sivîl birîndar bûn.

Li Dêrsimê, piştî êrîşa li hemberî qereqolê ya ku gerîlayekî jiyana xwe ji dest da û yek birîndar bû, êrîşa dewletê dewam kir. Hat ragihandin ku gerîlayê birîndar hatiye emeliyatkirin û 4 sivîl jî birîndar bûne.

Hêzên dewleta Tirk her wiha gule berdan ambûlansa ku birîndar radikir nexweşxaneyê. Çavkaniyên herêmî da zanîn, ku di encama gulereşandina polîsan de guleyek ji qirika teknîsiyenê ambûlansê ketiye û birîndar bûye.

Li bajêr dikan girtî ne. Gel bi qîrîna dirûşmeya "Şehîd Namirin" nerazîbûnê nîşanî gel dide.

Li gorî agahiyan, êrîş û gulereşandina polîsan li navenda bajêr dewam dike.