Li Saarland xebatên hilbijartinê didomin
Li Saarlandê xebatên hilbijartinê yên HDP’yiyan didomin. Komîsyona hilbijartinê, xwest her kes tevlî xebatên hilbijartinê bibin û tavilê qeydên xwe temam bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo di hilbijartina 1’ê Mijdarê de tevlîbûneke bihêz çêbibe hemû derfet hatine seferberkirin, li herêma ku kirine 8 beş 61 kes di komîsyonan de cih digirin.
Hat ragihandin ku ji derveyî komîsyonan jî sempatîzanên HDP’ê jî xebatan bi rê ve dibin û hat xwestin ku pêwîst e her kes bi hestyarî nêz bibe.
'DAWIYA HEFTEYÊ JÎ QEYD TÊN KIRIN'
Komîsyonê diyar kir ku kesên qeydên wan nînin tên tespîtkirin û qeydên wan tên kirin û pêwîst e ji bo qeydan 6 rojên li pêşiya me baş bên nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên di nav hefteyê de dixebitin dikarin dawiya hefteyê biçin konsolosxaneyan qeydên xwe bikin. Hat ragihandin ku dawiya hefteyê di navbera saet 10.00 û 14.00’an de konsolosxane vekirîne.
Komîsyonê destnîşan kir ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de heta niha bi sedan kesî re hevdîtin pêk anîne û bertekên erênî girtine.
Hat diyarkirin ku Komeleya Demokratîk a Kurd a Saarbrucken, Însiyatîfa Dêrsim, xebatkerên AGÎF, Komeleya Elewiyan û gelek kes di nav xebatên hilbijartinê de cih digirin.
Komîsyona Rêveber diyar kir ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê de 2140 kesî deng daye HDP’ê û di hilbijartina 7’ê Hezîranê de hedefa wan 4 hezar kes e.