Li derdora bajarokê Mariyê yê girêdayi Helebê di navbera Artêşa Şoreşgeran û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar rû dan. Çavkaniyekê ji Artêşa Şoreşgeran ragihand ku di pevçûnan de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyek ji Artêşa Şoreşgeran hate wergirtin, duh saetên sibehê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarokê Mariyê yê başûr Helebê kirin. Hêzên Artêşa Şoreşgeran ji bersiv dan û li ser vê yekê pevçûnên dijwar di navbera her du aliyan de derketin û heta saetên êvarê dewam kirin.
Çavkaniyê diyar kir ku hêza wan hewldana çeteyên yên ketine bajêr vala derxistine û bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Heman çavkaniyê da zanîn ku termên gelek çeteyan ketine destê şervanên wan.
Çavkaniyê diyar kir ku ew ê bersivdayîna xwe ya li hember hewldanên çeteyên DAIŞ’ê yên dagirkirina herêmê bidomînin.