Li Parîsê çalakiya Edaletê

Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê ya Kurdistaniyan didome.

Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez  ên li Parîsê hatin qetilkirin, lêgerîna edaletê ya Kurdistaniyan didome. Weke her Çarşem Kurdistaniyan bi meşekê komkujî protesto kirin û xwestin Fransa komkujiyê ronî bike.

Çalakiya edaletê ku vê hefteyê di pêşengiya Dergeha Pîr Sûltan Abdal a Parîs FEDA de pêk hat, Tevgera Jinên Kurd a Ewropa, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Girseya weke her Çarşem saet 14.00’an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîs kom bû, bi dirûşm û flamayên ku wêneyên 3 şoreşgeran li ser heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistan meşek li dar xist.

Di meşê de dirûşmên, “Em Sakîne ne, Rojbîn in, Leyla ne, em edaletê dixwazin” hatin gotin. Dema gihiştin pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.

Nûnera FEDA’yê li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê axaftinek kurt kir û wiha got: “Em dizanin li hember sê jinên şoreşger kê komkujî pêk anîne, bi destê îstîxbarata Tirk ev pêk hatiye, lê heta ku meqamên Fransizî vê li pêşberî raya giştî ya cîhanê nebêjin, em ê her Çarşem li pêşiya vê buroyê bin.”

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

...