Demîrtaş wê bi hilbijêrên li Elmanyayê re bicive
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li bajarên Elmanya Berlîn, Koln, Hambûrg, Stûttgart û Frankfûrtê wê beşdarî civînên ji bo piştgiriya HDP'ê bibe.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li bajarên Elmanya Berlîn, Koln, Hambûrg, Stûttgart û Frankfûrtê wê beşdarî civînên ji bo piştgiriya HDP'ê bibe.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li bajarên Elmanya Berlîn, Koln, Hambûrg, Stûttgart û Frankfûrtê wê beşdarî civînên ji bo piştgiriya HDP'ê bibe. Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Elmanyayê bang li her kesî kir, ku beşdarî van civînan bibe.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez da xebatên xwe yên li Ewropayê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê di navbera 25'ê Îlonê û 4'ê Cotmehê de beşdarî civînên piştgiriya HDP'ê yên li bajarên Elmanya Berlîn, Koln, Hambûrg, Stûttgart û Frankfûrtê bibe. Demîrtaş wê bi hilbijêrên li Ewropayê re bicive û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji bo HDP'ê dengan bixwaze.
'DIVÊ XEBATÊN HILBIJARTINÊ WERIN XURTKIRIN'
Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Elmanyayê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku 7'ê Hezîranê de wan li gelemperiya Ewropayê xebateke cidî meşandine. Koordînasyonê got, "Di serî de li Elmanyayê bi xebatên xwe yên li tevahiya Ewropayê re weke HDP me potansiyelek derxistin holê. Bi heman ekîbê re em ê xebata xwe ya 7'ê Hezîranê, ji bo 1'ê Mijdarê jî bidomînin."
Di daxuyaniya koordînasyonê de bal hat kişandin ser vê xalê: "Me starta xebatên hilbijartinê yên 1'ê Mijdarê dan. Niha li gelek navendan komîsyonên me yên hilbijartinê dixebitin. Di navbera 25'ê Îlonê û 4'ê Cotmehê de hevserokê partiya me Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên me wê beşdarî civînên HDP'ê yên li Elmanyayê bibin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku beşdarî civînan bibin û piştgiriyê bidin HDP'ê."
Di daxuyaniyê de bang li hemû komîsyonên HDP'ê yên li Elmanyayê hat kirin, ku xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bilezînin û xurt bikin.
NAVNÎŞANÊN CIVÎNÊN PIŞTGIRIYÊ
Navnîşanên civînên piştgiriya ji bo HDP'ê yên di navbera 25'ê Îlonê û 4'ê Cotmehê de li Elmanyayê werin lidarxistin, bi vî rengî ne:
BERLÎN
Dem: 25'ê Îlonê
Saet: 19:00
Cih: Huxleys Neue Welt( Hasenheide 107-113, 10967 Berlin)
KOLN
Dem: 26'ê Îlonê
Saet: 15:00
Navnîşan: Smidt Arena (Bismarck 125, 51373 Leverkusen)
HAMBÛRG
Dem: 27'ê Îlonê
Saet: 14:00
Navnîşan: Havighorster Weg 16, 21031 Hamburg
STÛTTGART
Dem: 3'ê Cotmehê
Saet:14.00
Navnîşan: Salona M.Arena (Scwieberdinger Str. 30, 71636 Ludwigsburg)
FRANKFÛRT
Dem: 4'ê Cotmehê
Saet: 14:00
Navnîşan: Fraport Arena Saal (Silostrasse 46, 65929 Frakfurt am Main)