Malbata Şehîd Guler: Em kurê xwe canê xwe dixwazin

Malbata Azîz Guler ê şehîdê Rojava, ji ber cenaze radestî wan nakin nerazîbûn nîşan da û got: "Bi hurmet nêzî êşa me bibin. Em kurê xwe, ewladê xwe, canê xwe dixwazin.”

Malbata Azîz Guler ê Fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî yê 21’ê Îlonê dema şoreşa Rojava diparast şehîd ket, ji ber cenaze radestî wan nakin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Malbata Guler ji ber cenaze radestî wan nakin nerazîbûn nîşanda û got: “Ruh û bedena Wî tenê li xakên lê ji dayik bûye û mezin bûye, li cem gel û hevalên xwe yên pir ji wan hez dikir wê bigihêje hizûrê.”

BI HURMET NÊZÎ ÊŞA ME BIBIN

Malbata Guler got: “Me Azîzê xwe di jiyanê de jî ti caran tenê nehişt, piştî me winda kir jî em nahêlin” û wiha berdewam kir: “Em ji ber vê cenazeyê kurê xwe-birayê xwe dixwazin. Ji bo her roj em ziyaret bikin, hesreta xwe hinekî jî be ji bo em karibin derbas bikin, ji bo her tim em wî bi hezkirin hembêz bikin, em bedena wî dixwazin.

Em dixwazin cenazeyê kurê xwe-birayê xwe li Stenbolê li cihê malbata me lê dijî defin bikin. Lê rayedarên me serî li wan dan gotin ku Tirkiye ti cenazeyên ji Rojava bê qebûl nake, ev jî biryara Desteya Wezîran e. Ti zagon, biryar, rêvebername ne li ser nirxên mirovatiyê ne.

Destûr bidin em êşa xwe bijîn. Bi hurmet nêzî êşa me bibin. Ji bo em êşa xwe ya pênasekirina wê ne mimkun e bi qismî kêm bikin kurê me bidin me.”