Li Kolombiyayê peymana dîrokî nêz e
Di muzakereyên aştiyê yên navbera hikûmeta Kolombiya û gerîlayên FARC’ê de ku didomin, di serenavên edalet û tazmînatê de li hev kirin. Rayedaran diyar kirin ku her dualî jî nêzî lihevkirina dawî ne.
Di muzakereyên aştiyê yên navbera hikûmeta Kolombiya û gerîlayên FARC’ê de ku didomin, di serenavên edalet û tazmînatê de li hev kirin. Rayedaran diyar kirin ku her dualî jî nêzî lihevkirina dawî ne.
Piştî hevdîtinên li paytexta Kuba, Havanayê Serokdewletê Kolombiya Juan Manuel Santos û Serokê FARC’ê Rodrîgo Londono daxuyanî dan, ragihandin ku têkildarî darizandina berpirsyarên binpêkirinên mafan ên di pêvajoya şer de, ji bo tazmînatê bidin kesên bi darê zorê hatin koçberkirin, windakirin û rastî îşkenceyê hatine li hev kirine.
Di peymanê darizandina rayedarên dewletê û yên FARC’ê ên navê wan tevlî binpêkirina mafan jî bûye hene.
Ji bo gerîlayên FARC’ê wê afûyek jî bê îlankirin. Çavlirê ye zêdetirî 15 hezar kes di çarçoveya vê efûyê de bên destgirtin.
Di hevdîtinên dawî de alî armanc dikin ku lihevkirina dawî Adara 2026’an îmze bikin.