'Azîz timî keniya'

Derdê mirovan weke derdê xwe didît, ji mirovan bawer dikir û bawerî dida mirovan, rûyê wî her tim li ken bû, kêfxweş bû, piştî civîna herî giran a siyasî jî li parkê dibeziya û dilîst. Azadî Guler şoreşgerekî bi vî rengî bû.

Dema Şoreşa Rojava diparast tevlî karwanê nemiran bû, hingî 27 salî bû.

Azîz Guler ê di meha Mijdarê de derbasî Kobanê bû, bi navê xwe yê li Rojava "Rasîh Kûrtûlûş" di nava refên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî de li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst şer dikir.

Guler ê ku Fermandarê Biryargeha Rojava ya Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî bû, ji aliyê hevrêyên wî yên ji Partiya Şoreşger Aylîn Mert, Ûfûk Gollu, Bîrtekîn Înce, Eren Yîgît û Ozbey Turk ve hat vegotin.

JI GEZÎ HETA ROJAVA BÛ PIREK

Guler ê ji sala 2007'an û pê ve di nava têkoşîna şoreşger de bû, ji Rêya Rizgariyê heta DevGenç, ji Gen-Senê heta SDP'ê di gelek qadên xebatê cih girt. Yek ji beşdarên çalak ê berxwedana Gezî bû. Ji ber vê yekê jî piştî Gezî der heqê wî de doz hat vekirin.

Azîz Guler bi hemû daneheviyên xwe re, bersiv da şoreşa Rojava û di meha Mijdarê de berê xwe da xaka şoreşê, çû Kobanê. Bi vî rengî ji Raperîna Hezîranê ber bi Şoreşa Rojava ve bû pirek.

'ÇÛYÎNA BER BI KOBANÊ JI BO AZADÎ GAVEKE XWEZAYÎ BÛ'

Du roj beriya çûyînê, dibe mêvanê Bîrtekîn Înce. Înce got, "Du roj beriya biçe li mala min mabû. Lê min nizanîbû ku ew ê biçe. Tevî vê yekê jî em li ser Kobanê axivîn û digot ku divê ji sedî sed biçe. Hestên wî; çûyîna Kobanê û şerkirina li wê derê bû. Wê şevê Azîz dîsa keniya. Em keniyan, kêfxweş bûn, ma çaya xwe vexwar, sohbet kir. Azîz dîsa strana Hala Bere ya Metîn Kemal Kahraman got. Azîz bi Zazakî nizanîbû."

Aylîn Mert dest bi axaftinê dike û rûkenî dibêje: "Bi Zazakî nizanîbû, lê digot qey dizane. Hişekî wî yê xurt ê stranan hebû. Dema stranek nîvco dihat hiştin, bi hêrs dibû. Illehî diviyabû heta dawiyê ew stran bigota. Yê ku hemû gotinên stranê dizanîbû jî ew bû. Distra. Xweş jî digot."

Em hemû bi hev re dikenin. Bîranîna şehîdekî bi rûkenî, tiştekî xweş e û rewşa giran hinekî sivik dike.

Ûfûk Gollu parastina Kobanê bibîr dixîne û dibêje, "Bandor li tevgera şoreşger a Tirkiyeyê kir." Gollu diyar kir ku eger Azîz bi hemû daneheviya xwe ya siyasî neçûbûya Kobanê wê bi xwe re biketa nava nakokiyê, lewma çûyîna wî ya ber bi Kobanê gaveke xwezayî bû.

Em li odeya Azîz in. Odeyeke sade ye. Maseyeke xebatê, nivîn, dolaba kincan û cihekî ji bo pirtûkan. Mal, ji ber serxweşiyê bi mirovan dagirtî ye. Hevrêyên wî li cem malbatê ne.

'DERDÊ MIROVAN WEKE DERDÊ XWE DIDÎT'

Aylîn Mert hevala Azîz a ji lîseyê ye. Li Lîseya Vefa bi hev xwe xwendin. Hevrêyê xwe vedibêje: "Ji Lîseyê û vir ve ya ku Azîz kir Azîz; li dijî ezeztiya sîstemê, derdê mirovan weke derdê xwe didît. Azîz ji her kesî gelekî hez dikir. Ev du roj in ji hevalên dibistanê heta mamosteyan gelek mirov digerin û lê dipirsin. Derdê mirovan ji xwe re weke derd didît. Çûyîna wî ya ber bi Kobanê jî bi vî rengî bû. Azîz kesekî ku tîpolojiya tund a şoreşger şikandi bû. Bi gotina 'Rûyê bi ken ê sosyalîzmê' me henek lê dikir. Her kesê Azîz nas dike, wî bi rûkeniya wî nas dike."

'AZÎZ TIMÎ KENIYA'

Ozbey Turk dema Azîz vedibêje balê dikişîne ser kesayetiya wî ya xurt û dibêje, "Dema mirov li cem wî bûn, tiştekî neda dima ku mirov nikare bike. Hesteke bi vî rengî derdiket holê. Kesekî ku têkiliyên xwe bi sîstemê re qut kiribû. Azad bû. Weke ku tiştekî nikaribe bike nîne, bû."

Bîrtekîn Înce ji sala 2008'an û vir ve Azîz nas dike û dibêje, "Azîz mirovekî cuda bû. Cudabûna wî: Azîz her tim dikeniya. Azîz timî keniya. Mîna paşnavê xwe bû. Di rewşeke herî tengav û alo de jî Azîz tiştek didît ku pê bikene. Li cem Azîz çareseriya her tiştî hebû. Azîz bi rûkenî, zor û zehmetiyên em ji holê radikir. Xwedî taybetmendiyeke xweser bû. Azîz cuda bû, ku bi wê cudabûna xwe beriya me hemûyan berê xwe da Rojava. Ji ber ku gelekî ji jiyanê hez dikir, şer kir."

Azîz Guler, di jiyana yên mayî de çi kêm kir?

Pirseke bersiva xwe zehmet e.

Ciwanên şoreşger hewl didin bersivê bidin.

Ozbey Turk: Azîz jiyan hêsan dikir. Bawerî dida û bawer dikir. Wî di navbera me de têkiliyeke bê dawî diafirand. Têkoşîn û jiyan xweş dikir. Azîz ne li cem me bûya jî, hebûna wî dilê me rehet dikir. Min hevrêyekî bi vî rengî winda kir. Min birayê xwe winda kir.

Aylîn Mert: Dema min ewilî bihîst, mîna ku min tevahiya zarokatiya xwe winda kir. Dûre li ser fikirîm.. Em pêvajoyeke cuda ya şoreşgerî dijîn. Ew bi zarokatiya xwe re bi hevalekî me yê pêşeng. Mîna ku Nejat çû Neverlandê. Nirxên gelekî mezin dan qezençkirin. Em niha ji xwe dipirsin, 'Gelo ji niha û pê ve em ê bi barekî ewçend giran çawa bijîn'. Jiyan zor e, lê berpirsyariyeke me heye ku wan bi rûmetdarî radestî me kirine û divê em bidomînin.

Bîrtekîn Înce: Azîz ev 10 meh bû, tinebû. Min dengê wî nedibihîst, rûyê wî yê li ken nedidît. Li cihekî dûr bû. Lê hesta niha, hesteke valahiyê ye. Mîna ku ketime nava valahiyeke bêdawî. Yek ji taybetmendiyên sereke yên Azîz ew bû, ku bawerî dida mirovan. Valahiya wî wê ti carê tijî nebe.

ŞOREŞGEREKÎ PIŞTÎ CIVÎNÊ LI PARKA KÛRTÛLÛŞ DILÎST

Dema mirov li vegotinên hevrêyên wî guhdarî dikin, dibînin ku Azîz Guler şoreşgerekî ku zarokatiya xwe jiya ye û parastiye.

Bîrtekîn Yîgît û Aylîn mert vedibêjin: Piştî civînên li Enqereyê em diçûn Parka Kûrtûlûş û me bi pêlîstokan dilîstin. Azîz ev dixwest. Digotn, 'Berî ku otobus bi rê bikevin em biçin Parka Kûrtûlûş'. Xurt bû. Azîz mirovekî bi vî rengî bû, Azîz can bû."

...