Restorasyona çi? - Cemîl Bayik
"Daxwaza 550 parlamenterên xwecih û neteweyî tê wateya biryara tasfiyekirin û ji siyaseta Tirkiyeyê avêtina hemû şoreşger, demokrat û civakên bindest. Ji xwe bi êrîşên ku niha dimeşînin re jî ev yek xistin pratîkê."
"Daxwaza 550 parlamenterên xwecih û neteweyî tê wateya biryara tasfiyekirin û ji siyaseta Tirkiyeyê avêtina hemû şoreşger, demokrat û civakên bindest. Ji xwe bi êrîşên ku niha dimeşînin re jî ev yek xistin pratîkê."
Sedema polîtîkayên ku AKP piştî hilbijartinê dişopîne bi tevahî aşkera bû. Li xwe mikûr hat ku biryara şer beriya hilbijartinê girtibû.
Daxwaza 550 parlamenterên xwecihî, tê wateya daxwaza berdewamiya netewe-dewlet a yekparêz a salên 90’î. Ji xwe Tayyîp Erdogan û AKP rojane gotinên yek netewe, yek welat, yek, yek bi lêv dikin. Bêguman ev bi tevahî êrîşeke li dij hilbijartinên 7’ê Hezîranê û HDP’ê ye. Bi vê yekê re diyar dibe ka çima hilbijartinên 7’ê Hezîranê tine dihesibînin.
Ev aşkera ye ku Tevgera Azadiyê bi têkoşîna hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê re hemû kêlên sîstema li ser bingeha destûra bingehîn a 1924’an hatiye avakirin vekirine. Sîstema ku hemû nasnameyan tine dihesibîne belav bûye. Îfadeya vê ya herî berbiçav jî ketina hilbijartinên 7’ê Hezîranê ya hemû nasnameyan bi nav, hebûn û daxwazên xwe bû. Ev yek jî di encama serketina HDP’ê ku xeta Rêber Apo ya neteweya demokratîk di bernameya xwe de bi cih kir bû. Vê serketina hilbijartinê rewşeke nû afirand.
Li gorî pêwîstiya vê rewşa ku derket diviyabû li gorî neteweya demokratîk Tirkiye qanûn û destûra bingehîn biguherîne. Hêj di roja yekemîn de Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî li dijî vê yekê helwest nîşan dan. Encamên vê hilbijartinê qebûl nekirin.
Tayyîp Erdogan û AKP bi desteka Devlet Bahçelî û MHP’ê li dijî encamên hilbijartinê darbe pêk anîn. Her wiha Erdogan ê ku ji Devlet Bahçelî û MHP’ê destek girt xwest vê rewşa fiîlî bixe bin ewlekariya destûra bingehîn. Yanî li dijî pêngava gelan a demokratîkbûna xwe dispêrê neteweye demokratîk, xwestin destûreke bingehîn ku netewe-dewletê restore bike amade bikin. Daxwaza Erdogan a serokatiyê jî ji ber restorekirina sîstemê û jinûvetehkîmkirina netewe-dewletê ye.
Li Tirkiyeyê têkoşîna siyasî ya bingehîn di navbera alîgirên demokratîkbûna li ser bingeha neteweya demokratîk de û hebûna dewletê ya navendîparêz, hegemonîk û otorîter, yanî yên dixwazin faşîzma netewe-dewletê biafirînin de berdewam dike. Cihê ku ev têkoşîn lê xitimiye jî têkoşîna di navbera AKP û hebûnên di nav têkoşîna azadiya gelê kurd de cih digirin e.
Ji ber vê yekê Tayyîp Erdogan 550 parlamenterên xwecihî û neteweyî daxwaz dike. Li gorî wan di meclîsa nû de divê Kurdên li nasnameya xwe xwedî derdikevin tine bin, her wiha elewî, êzidî, ermenî, suryanî, ereb, mihelmî, azerî û çerkez ên li nasnameya xwe xwedî derdikevin divê tine bin. Tenê û tenê yên dibêjin yek milet, yek welat, yek al, yek dewlet hebin. Ger bi baldarî were mêzekirin wê bê dîtin ku namzedên AKP’ê tev kesayetên bi vî rengî yên şoven in û kurdên hevkar ên xulamtiyê ji Tayyîp Erdogan re bikin in.
Tirkiye di pêvajoya derbasbûyînê de ye. An xeta demokratîkbûnê ya li ser xweseriya demokratîk a li ser bingeha neteweya demokratîk a Tevgera Azadiya Kurdistanê, an dij-şoreşa di AKP’ê de temsîla xwe dibîne, yanî sîstema otorîter, hegemonîk, navendîparêz wê hakim bibe.
Ketina nav êrîşên piralî ya Tayyîp Erdogan û AKP’ê, gotinên wan ên mîna heta hêzên demokrasiyê teslîm bibin wê şer bidome ji ber vê yekê ye. Yên vê rewşa siyasî nebînin û li gorî vê yekê tênekoşin, wê ji restorasyona sîstema navendîparêz, hegemonîk û otorîter re çavên xwe bigirin.
Ji ber vê yekê li dijî zîhniyeta yekparêz hemû şoreşgerên ku azadiyê diparêzin, demokrat, jin, ciwan, kurd, elewî, xirîstiyan, çerkez, ereb, azerî û her kesên nasnameya wan tine tê hesibandin divê bibin yek û li dijî zîhniyete faşîst a ku Erdogan nûnertiya wê dike têkoşîna hevpar bimeşînin.
Li dijî belavbûna sîstema kevn divê pêngava demokratîkbûnê pêk bînin. Naxwe Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê wê bixwesipartina derfetên dewletê û bi çewisandina demokrat û şoreşgeran re siyeseteke hevkar a li ser bingeha sîstema hegomonîk û otorîter ava bikin.
Gotina parlamenterên xwecih û neteweyî tê wateya ji bilî tirkan li Tirkiyeyê ti nasname namîne. Ji xwe mîna bawerî jî tenê mezhebê Henîfî wê bimîne. Ji xwe Tayyîp Erdogan dixwaze Tirkiyeyeke bi vî rengî ava bike. Lê belê di serî de ji aliyê kurdan ve li dijî sîstema yekparêz nerazîbûn bilind dibin.
Bi taybetî kurd naxwazin êdî di nav vê sîstema yekparêz de bijîn. Hem têgihîştina wan, hem rêxistinbûyîna wan, hem dostên wan, hem jî amûrên wan ên têkoşînê zêde bûne. Dewleta tirk di 30’ê Cotmeha 2014’an de dema biryara şer li dijî kurdan girt hedefa wê ew bû ku asta rêxistibûyina kurdan bişkîne.
Davûtoglû got: “Biryara şer beriya Mutabaqata Dolmabahçeyê me stand, ji zû ve me xwe ji bo vî şerî amade kir; ji ber ku di 6-7’ê Cotmehê de asayîşa Tirkiyeyê xera bû.” Bi vê yekê re jî li xwe mikur hat ka şer çawa dest pê kir û tê meşandin. Bi çewisandina kurdan, nasnameyên din, şoreşger û demokratan re dixwazin gomlekê dînan ê netewe-dewletê li hemû gel û neteweyên bindest bikin. Ji ber vê yekê jî divê her kes li ser mijara ka 550 parlamenterên xwecih û neteweyî tê çi wateyê biponije û li gorî vê helwestê nîşan bide.
Daxwaza 550 parlamenterên xwecih û neteweyî tê wateya biryara tasfiyekirin û ji siyaseta Tirkiyeyê avêtina hemû şoreşger, demokrat û civakên bindest. Ji xwe bi êrîşên ku niha dimeşînin re jî ev yek xistin pratîkê. Tevî vê yekê jî divê şoreşger, demokrat, civakên ku tên çewisandin û welatparêzên demokrat li siyasetê hakim bin û têkoşîna afirandina Tirkiyeya demokratîk a li ser bingeha neteweya demokratîk bilind bikin.
ÇAVKANÎ: AZADIYA WELAT