Xebatên HDP'ê yên li derveyî welat bênavber dewam dikin
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, xebatên HDP'yiyan ên li derveyî welat bênavber dewam dikin.
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, xebatên HDP'yiyan ên li derveyî welat bênavber dewam dikin.
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, xebatên HDP'yiyan ên li derveyî welat bênavber dewam dikin. Di civînên gel ên li Elmanya, Fransa, Awûstûrya û Swêdê de bang li hilbijêran hat kirin ku biçin ser sindoqan.
WÛPPERTAL
Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya bajarê Elmanya Wûppetalê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Di vê çarçoveyê de li kolana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Wûpperatlê bi beşdariya nûnerên DÎDF, AGÎF, ATÎF, ADHK, berdevkên însiyatîfa komîsyonên hilbijartinê yên Mûş, Çewlik, Kurecîk, Erzîrom û Hozan Şemdîn civînek hat lidarxistin. Di civînê de hat ragihandin ku şer û kaosa heyî, polîtîkaya ji bo çavtirsandina hilbijêrên HDP'yî ne û destnîşan kir ku sedemê yekane yê vî şerî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û AKP ye. Beşdarên civînê dan xuyakirin ku tevî ewçend zor û zehmetiyan jî, weke dildarên HDP'ê jib o encameke ji ya 7'ê Hezîranê serketîtir bi dest bixin, ew ê bi xurtî li dora têkoşînê bicivin. Di civînê de bernameyek xebatê ji bo komîsyonan hat destnîşankirin û biryar hat dayîn ku bi ruhê seferberiyê li çar aliyên bajêr xebat bê meşandin.
PARÎS
Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Bakurê Fransayê xebatên xwe yên hilbijartinê li Parîs û derdora wê didomîne. Bi komîsyona jorîn a ji 8 kesan û 128 xebatkaran re, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê têkilî bi gel re tê danîn. Komîsyonên hilbijartinê yên herêmî jî di çarçoveya xebatên xwe de qeydan kontrol dikin û der barê cih û çawaniya bikaranîna dengan de agahiyan didin hilbijêran. Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Fransayê da xuyakirin ku bi armanca agahdarkirina gel wê li her qadê civînên gel bên lidarxistin. Koordînasyonê da zanîn ku di 3'ê Cotmehê roja Şemiyê de jî wê bi beşdariya Parlamentera HDP'ê Huda Kaya li herêma Evry ya Parîsê civîna gel pêk were û banga tevlîbûnê kir.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, wê di 24'ê Îlonê saet di 18:00 de li Salona Dawetê ya Mozaîk çalakiyek piştgiriya HDP'ê were lidarxistin. Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Awûstûryayê diyar kir ku Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker jî wê beşdar bibe û banga tevlîbûnê kir.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêd Stockholmê, bi beşdariya Parlametnerê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, civîneke gel hat lidarxistin. Uçer bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîneke xurttir û got, "Li welatekî ku partiyeke xwedî hestên faşîst a mîna AKP'ê ji sedî 40 ê dengan distîne, divê ji bo serketinê em hîn bêhtir xwe birêxistin bikin." Uçer anî ziman ku li Swêdê ya 36 hezar hilbijêrên xwe hene, derketina 3 hezar dengan ji bo HDP'ê gelekî kêm e û got, "Ji bo hilbijartinan hînê 33 roj hene. Eger her sê rojan carekê civînek were lidaerxistin û her kes bi xwe re kesekî tevlî civînê bike, hingî wê bi deh hezaran mirov li hev kom bibin û em ê karibin dengê bi deh hezaran werbigirin." Uçer ji hemû beşdaran xwest ku mal bi mal bigerin, gel birêxistin bikin û hilbijêran bibin ser sindoqan. Nûnerê HDP'ê yê Swêdê Hasan Bozlak jî di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser planên AKP'ê yên ji bo desthilatdariya bi tena serê xwe û diyar kir ku ji bo xerakirina van planan wezîfeyeke mezin dikeve ser milê Kurdistaniyan û dostên wan.