Penaber: Dewleta Tirk em xapand

Penaberên Sûriyeyî dan xuyakirin ku ew ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatine xapandin. Penaberan diyar kirin ku Serokwezîr Davûtoglû ji bo ew çalakiyên xwe bi dawî bikin, soza daye wan lê bi cih neanîne.

Penaberên Sûriyeyî dan xuyakirin ku ew ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatine xapandin. Penaberan diyar kirin ku Serokwezîr Davûtoglû ji bo ew çalakiyên xwe bi dawî bikin, soza daye wan lê bi cih neanîne.

Penaberên Sûriyeyî, der barê pirsgirêkên we û nêzîkatiya xapînok a AKP'ê de, ji ANF'ê re axivîn.

NOBEDA LI BER DÊRÊ

Drama penaberên Sûriyeyî yên bi hêviya jiyaneke baştir dixwazin ji Stenbolê biçin Ewropayê, naqede. Piştî mirina trajîk a Alanê biçûk ê Kobanêyî ya di deryayê de, penaberan li şûna deryayê biryar dan ji bejahî ve biçin, lê ev hêviya wan jî pêk neaht. Tevî ku Serokwezîr Ahmet Davûtoglû soza sererastkirina rewşa wan da jî, Sûriyeyî di destpêkê de ji otogara Esenlerê ya bi rojan lê disekinî hatin wergirtin, dûre ji mizgeftên xwe lê girtibûn hatin derxistin û paşê bi otobusan birin li Osmaniye û kampa Pendîkê û li rastê hatin hiştin. Penaberan weke çareya dawî serî li dêra Saînt-Antoîne ya li Taksîm Beyoglûyê dan û bi hinceta "Papaz radizê, sibe werin" hatin vegerandin. Li ser vê yekê penaberan li ber derê dest bi girtina nobedê kirin.

'EGER ÇARESERÎ NEYÊ DÎTIN, EM Ê DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN'

Ji nûnerên penaberên nobedar Kînane Alodedalkorde diyar kir ku ew ê nema karibe xwe li vê zilmê rabigirin û anî ziman ku her deriyê lê didin li wan tên girtin û eger çareyek ji vê rewşê re neyê dîtin, ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin.

'HIKÛMETA AKP'Ê SOZ DA, LÊ SOZÊN XWE BI CIH NEANÎ'

Alodedalkorde ku bi du zarokên xwe re ji ber şerê li Sûriyeyê reviya, yek ji wan kesan e ku ji bo çareseriya pirsgirêka penaberên Sûriyeyî, ji bo Enqereyê hatin vexwendin. Alodedalkorde ku yek ji Sûriyeyiyên li Otogara Esenlerê disekine ye, di heman demê de weke jineke ku bi kêra di dest de digot, 'eger êrîşa polîsan a li hemberî penaberan neqede, ez ê yek ji zarokên xwe jê bikim', ketibû rojevê. Alodedalkorde diyar kir ku ew ji aliyê hikûmeta Tirk ve hatiye xapandin.

Alodedalkorde da xuyakirin ku gava ji rejîmê direviyan, li terora DAIŞ'ê rast hatine û her çend bi hêviyeke mezin hatine Tirkiyeyê jî ew bi qedera xwe re hatine terikandin. Alodedalkorde ku yek ji bi hezaran penaberên ji bo çûyîna Ewropayê ketine ser rê ye got, "Weke nûnerên penaberan, hikûmeta Tirk bang li me kir û em çûn Enqereyê. Bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî û nûnerên din ên penaberan re em bi Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû re rûniştin. Davûtoglû got, ku eger em çalakiya xwe ya li otogarê biqedînin, ew ê rewşa em tê de ne sererast bikin, em li mêvanxaneyan bi cih bike, xwedî li me derkeve. Soz da ku ew ê bi vî rengî dengê me bibihîze. Lê belê soza xwe bi cih neanî. Weke Davûtoglû, Waliyê Stenbolê, qeymeqam, rayedarên Şaredariya Mezin jî heman soz dan, lê em xapandin. Hem nehiştin em biçin Ewropayê hem jî em careke din mehkûmî kolanan kirin. Armanca wan bi dawîkirina çalakiya me û ji hev belavkirina me bû."

'BILA STATUYA ME Û KAREKÎ ME HEBE'

Alodedalkorde ragihand ku bi sedan Sûriyeyî ji otogarê li otobusên diçin Osmaniyeyê siwar bûn û li ser rê li derveyî Stenbolê hatin peyakirin û got, "Bi hezaran Sûriyeyiyan ji me bawer kirin û li wan otobusan siwar bûn. Di çavên wan de, yên xayîn em in. Ji ber ku em nûnerên wan bûn. Ji ber ku ji sozên ji me re hatibûn dayîn wan bawer kiribûn." Alodedalkorde da zanîn ku niha bi hezaran malbatên Sûriyeyî li kolanan e, xwarinê nabînin û got, "Em bi tenê dixwazin di nava şert û mercên însanî de bijîn. Gelo ev yek ne mafê me yê herî xwezayî ye?"

Ji nûnerên penaberan ji otogarê birin Kampa Pendîk Doktor Kemal Demîr, Ûsame Cafer jî diyar kir ku kamp vala ne û cihê lê razanê jî nîne. Cafer destnîşan kir ku kampa ew lê hatin bicihkirin mîna girtîgehê bû.