Elçî: Lêpirsînên heqareta li Serokkomar zexta siyasî ye
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî diyar kir ku lêpirsînên bi sûcdariya 'heqareta li Serokkomarê Tirk Erdogan' tên vekirin, zexteke siyasî ye û anî ziman ku dadger jî di bin bandorê de tên hiştin.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî diyar kir ku lêpirsînên bi sûcdariya 'heqareta li Serokkomarê Tirk Erdogan' tên vekirin, zexteke siyasî ye û anî ziman ku dadger jî di bin bandorê de tên hiştin.
Di lêpirsînên sûcdariya 'heqareta li Serokkomar' de ku di dema dawî de rojnamevan gelekî lê rast tên, di sala 2015'an de 280 kes hatin darizandin. Di sala 2014'an de Serokkomar ji van dozan 440 hezar dolar tazmînat qezenç kir. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ev doz weke destwerdanek li azadiya ramanê û zexta siyasî bi nav kir.
Dozên bi sûcdariya 'heqareta li Serokkomar' ku rojnamevan gelek caran lê rast tên, xwe gihand malbatên leşkeran jî.
Sûcdariyên heqareta li Serokkomar, ku li gorî xala 299. a Qanûna Ceza ya Tirk, eger bi awayekî vekirî were kirin wê ji 4 hezar 8 salan cezayê ragirtinê bê dayîn, bi şertê destûra Wezareta Edaletê tê vekirin. Serlêdanên heta niha hatine kirin, ji aliyê wezaretê ve hatine erêkirin. Sûcdariya heqaretê dema mûameleya 'sûcê terorê' bibîne, hingî weke destwerdaneke giran li azadiya ramanê tê dîtin.
Di dozên sûcdariya 'heqareta li Serokkomar' de, ku li dijî feraseta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tê dîtin, di sala 2014'an de 440 hezar dolar tazmînat hat dayîn. Parlamenterê berê yê AKP'ê û xwendekarê lîseyê yê 16 salî jî di nav de li gelek kesan ceza hat birîn.
'DIVÊ JI REXNEYÊ RE BÊHTIR VEKIRÎ BIN'
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî mijar ji ANF'ê re nirxand û da zanîn ku di dozên heqareta li Serokkomar de, divê mirov li biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) binêrin. Elçî got, "Di hemû biryarên li ser azadiya ramanê hatin dayîn de, der heqê biryar û jiyana rêveber, siyasetmedar û rayedarên hikûmetê yên bandorê li jiyaan gel dikin, de ne. Lewma divê ev şexsiyet hîn bêhtir li rexneyan vekirî bin. Pêwîste ev şexsiyet bibînin ku bi wezîfeya hilgirtine ser milê xwe re wê hîn bêhtir li rexneyan rast bên."
'DADGER DI BIN BANDORÊ DE DIMÎNIN'
Elçî da xuyakirin DMME dibêje 'sînorên azadiya ramanê li ser helwest û gotinên li hemberî siyasetmedaran, berfirehtir e' û ev nirxandin kir: "Dibêje ku bûyer ji vî alî ve li hemberî mafên mirovan e, Serokkomar dikare hîn bêhtir bibe mûxatabê rexneyan û dibê bi xweşbînî nêzî van gotin û rexneyan bibe. Di vê çarçoveyê de di dozên ku meqameke xurt a weke Serokkomarî vedike de, dadger jî di bin bandorê de dimînin. Ev doz hem li hemberî mafên mirovan e, hem jî ne adîl in."
'SPARTEYEKE XWE YA HIQÛQÎ NÎNE'
Elçî da xuyakirin ku ev doz di heman demê de zext û destwerdana li azadiya ramanê ya li hemberî şexsan e û got, "Zexteke siyasî ye. Li hemberî mirovên xwedî nêrîneke cuda ne, xwedî meyleke cuda ya siyasî ne, weke amûreke çavtirsandin û zextê tê bikaranîn. Li van kesan di heman demê de mûameleya sûcê terorê' tê kirin. Nirxandina nivîsekê, gotinekê yan jî helbestekê weke karekî çekdarî, mixabin li ti devera cîhanê nehatiye dîtin û sparteyeke xwe ya hiqûqî nîne. Aliyekî girîng ê nîşan dide ku li Tirkiyeyê azadiya raman û îfadeyê nîne, ev e."