Heyeta saziyên civakî, der barê bûyerên Giyadînê de rapor amade kirin û diyar kirin ku Muhammed Aydemîr û Orhan Arslan hatine înfazkirin. Heyetê xwest biryara veşarî ya der barê dozê de bê rakirin.
Heyeta ku ji endam û rêveberên ÎHD, OHM, TÎHV'ê pêk dihat li ser banga Meclîsa Azadiyê ya Jinan (KOM)'ê der barê bûyerên Giyadînê de rapor amade kir. Heyetê têkildarî bûyera 12'ê Tebaxê ya li Giyadînê lêkolîn kir. Heyetê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê rapora ji 25 rûpelan pêk dihat bi raya giştî re aşkera kir. Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Stenbolê Umît Efe, rapor xwend û anî ziman ku Muhammed Aydemir (15) û Orhan Arslan (17) hatine înfazkirin. Efe, da zanin ku di navbera 10-12'ê Îlonê de rapor amade kirine û wiha got: "Karkerên firinê Aydemir û Aslan ji aliyê tîmên taybet ve hatine înfazkirin. Pêkanînên OHAL'ê li Giyadinê di 11'ê Nîsanê de. bi êrîşa leşkeran a li dijî welatiyên sivîl ku derketibûn seyranê dest pê kir. " Efe, destnîşan kir ku wan bi Hevşaredarê Giyadînê û endamên meclîsa şaredariyê re hevdîtin pêk anîn. Efe, anî ziman ku Hevşaredara Giyadinê Hazal Aras got 'Ev karker hemû zarokên xizan ên di firinê de dixebitin. Timên taybet bi akrepên zirxî li nava kolanan digeriyan û banga 'We kî dît lê bidin' dikirin. Zarokên ji hêzên dewletê tirsiyan xwe avêtin depoya firinê. Lê dîsa hêzên dewletê 2 zarok înfaz kirin. Efe, bibîrxist ku malbatên wan jî ne agahdar bûn ku zarokên wan hatine înfazkirin û ji ber rewşa OHAL'ê nekarîbûn ji malên xwe derkevin û nikarîbûn bi hawara zarokên xwe biçin.
Efe, destnîşan kir ku ev bûyer di depoya firinê de pêk hatiye û aşkere hatine înfazkirin û wiha got: "Lê medya dixwazin wekî endamên PKK'ê nîşan bidin. Ev zarokên sivîl û xizan in. Her kes vê yekê dizane. Kesên Arslan û Aydemir înfaz kirin Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îhlal kirine."
Endama Egîtîm Sen'ê Zeynep Kivilcim jî anî ziman ku dozgerê Komarê yê Giyadînê der barê dosyayê de biryara veşartî girtiye û wiha got: "Dozgerê Komarê yê Giyadinê Burak Dumanlidag der barê dosyayê de biryara veşarti girtiye. Divê dozger vê biryarê rake."
Endamê Rêveberiya ÎHD'ê ya Stenbolê Kivanç Sert jî xwest hikûmet demek berî demekê OHAL'a fîîlîya li Giyadînê bi dawî bike. Dive destûr bide ku nûner û heyetên saziyên sivîl ên civaıkî li vri lêkolîn bike. Divê biryara veşartîya der barê Muhammed Aydemir û Orhan Arslan de rakin. Divê der barê kesên înfaz kirine de lêpirsîn bê destpêkirin û ev kes bên cezakirin. Divê Waliyê Agiriyê, Qeymeqamê Giyadinê û Midûrê Polîsan a Giyadinê ji peyvirê bên girtin û der barê wan de lêpirsîn bên destpêkirin.
Divê hemû saziyên sivîl ên civakî û saziyên demokratîk vê dozê bişopînin.