Li Dusseldorfê çalakiya edaletê
Li Dusseldorfê ku Komkujiya Parîsê hat protestokirin, daxwaza edaletê hat kirin.
Li Dusseldorfê ku Komkujiya Parîsê hat protestokirin, daxwaza edaletê hat kirin.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiyên Çarşemê yên ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Jinên Kurd a Dusseldorf a Elmanyayê ve tên organîzekirin, vê hefteyê di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Essen hat lidarxistin. Girseya ji bo 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, edalet xwest li ber Konsolosxaneya Fransa kom bû, bi Elmanî, Fransî û Kurdî dirûşmên, ''Bêdengiya we ji hevkariya we ye", "Qatil Erdogan", "Ji komkujiyên li Kurdistanê re bes e” qîr kir.
Çalakî bi daxuyaniya ku bi Elmanî hat xwendin bi dawî bû.