Li Colemêrgê jî biryara 'veguhastina sindoqan' hat dayîn

Desteya Hilbijartinê ya Navenda Colemêrgê briyar da ku li hin tax, gund û gundikan sindoqên hilbijartinê neyên danîn.

Bi fermandara Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re, desteyên hilbijartinê sîstema 'veguhastina dengan' li gelek navendan dixe meriyetê.

3 TAX, 26 GUND Û 2 GUNDIK

Desteya Hilbijartinê ya Navenda Colemêrgê, ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê biryar da, ku mîna Cizîrê li hin herêmên Colemêrgê jî sindoq neyên danîn. Desteya Hilbijartinê biryar da ku sindoqên li 3 tax, 26 gund û 2 gundikan li herêmeke din werin danîn. Biryar hat dayîn ku sindoqên taxên Baglar, Karşiyaka û Berçelan li dibistanên li taxên Daggol û Kiranê werin danîn. Sindoqên gundên Bay, Agaçdîbî û Konak jî wê li navenda bajêr werin danîn.

Hat xwestin ku sindoqên gundên Taşbaşi û Geçîmlî yên navenda bajêr jî li gundê Koprulu yê navçeya Çelê werin danîn.

Ev biryar wê bandorê li 10 hezar hilbijêran bike. Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Colemêrgê li dijî biryara "veguhastina sindoqan" derket, lê ev îtiraz hat redkirin.