Demîrtaş: Ew ê winda bikin, Tirkiye wê qezenc bike

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê got, "Ev hilbijartin wê di navbera me û yên din de derbas bibe. Ew wê winda bikin, lê Tirkiye wê qezenc bike."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li Mizgefta Îmam Şafî nimêja cejnê kir. Tevî Demîrtaş, parlamenterên HDP'ê Altan Tan, Nîmetûllah Erdogmûş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û gelek hevşaredaran li heman mizgeftê nimêja cejnê kirin.

Demîrtaş piştî nimêjê, li pêş mizgeftê, cejna Qurbanê li alema Îslamê pîroz kir û der barê rojevê de daxuyaniyên girîng da.

Demîrtaş destpêkê bal kişand ser rewşa şer a pevçûnan û diyar kir ku li ser vê axê ew nikarin cejnê bi awayek xweş pîroz bikin.

Demîrtaş piştre li ser îstîfaya her du wezîrên HDP'ê axivî û bibîr xist ku ji bo pêşketina helwesteke çareseriyê wan di nava hikûmetê de cih girtibûn. Demîrtaş polîtîkayên AKP'ê rexne kir û wiha pê de çû: " Wezîrên me teşhîr kirin ku AKP bi ti awayî ne parveker e. Hevalên me ku vê teşhîrê têr dîtin ji hikûmetê vekişiyan."

Demîrtaş der barê nîqaşên li ser metna îstîfayê ya wezîran jî bi van gotinan bersiv da: "Metin bi agahiya min û navenda partiyê hate daxuyakirin. Rast e me metnek hevpar a partiyê amade kir û me xwend. Ew hînbûnê ku metnên ji Qesrê tê bixwînin lê ti Qesra me tine ye. 

Demîrtaş li ser hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê jî axivî û diyar kir ku hilbijartin di nava şert û mercên wekhev de pêk nayên.

Demîrtaş li ser encamên hilbijartinê jî bi îddia axivî û wiha got: "Ev hilbijartin wê di navbera me û yên din de derbas bibe. Berê jî ew têkçûn wê dîsa têk biçin. Ew ê winda bikin wê Tirkiye qezenc bike. Me di hilbijartina bihurî de AKP'ê têk bir. Em ê careke din têk bibin."

Demîrtaş li ser mijara sindoqên seyar jî axivî û got ji ber "ewlehiyê" cih guhertina sindoqan an jî yekkirina wan ne li gorî destûra bingehîn e.