DAIŞ'ê 5 sivîl revand
Çeteyên DAIŞ'ê li gundê Cerce yê li herêma Babê, 5 sivîl revandin.
Çeteyên DAIŞ'ê li gundê Cerce yê li herêma Babê, 5 sivîl revandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li gundê Til Cerce yê 20 km li bakurê herêma Bab a ser bi Helebê, çeteyên DAIŞ'ê 5 sivîl revandin. Hat ragihandin ku gundî ji ber li benda kontrolê ya DAIŞ'ê nesekinîne û li dijî çeteyan gundê xwe parastine, hatine revandin. Li gorî agahiyan, welatiyên hatine revandin; ji malbata Muslîm 2 Kurd û ji malbata Ela El-Cîse 3 Ereb in. Hat gotin ku gundî beriya niha ji ber heman sedemê hatibûn girtin. Li ser aqûbeta gundiyên hatine revandin, agahiyek nehat bidestxistin.