Êrîşên AKP'ê yên li hemberî çapemeniyê ket rojeva Parlamenta Hollandayê
Êrîşên AKP'ê yên li hemberî çapemeniyê, ket rojeva Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Hollandayê.
Êrîşên AKP'ê yên li hemberî çapemeniyê, ket rojeva Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Hollandayê.
Ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Hollandayê re, der barê zextên hikûmeta AKP'ê li rojnamevanan dike de, dosyayek hat pêşkêşkirin.
Di dosyayê de bal hat kişandin ser dersînorkirina rojnamevanê Hollandî Frederîk Geerdînk ê bi pirsgirêka Kurd re mijûl dibe û hat ragihandin ku li girtîgehên Tirkikyeyê gelek rojnamevan tên ragirtin. Di hevdîtina bi komîsyonê re, hemû wekîlên partiyên endam ên Hollandî amade bûn.
Di civîna komîsyonê de du kesan bi armanca protestokirinê dev û destên xwe bi bantê girê dan û dowîzên bi nivîsên protestokirina zextan, hilgirtin.
'JI BER PIRSGIRÊKA KURD, ZEXT HENE'
Paralmenterê PVV Raymond de Roon ji ajansa me re axivî û da zanîn ku li gorî wan, Geerdînk bi giranî ji ber sedema pirsgirêka Kurd ji Tirkiyeyê hatiye dersînorkirin. Roon nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan a li hemberî belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Seyîdhan Demîr da ku polîsan gule berdan serê wî û got, "Pêwîst e were qebûlkirin ku her kes karibe li Tirkiyeyê nêrînên xwe bilêv bikin. Me di mijara pirsgirêka Kurd de çend caran pirsîn, lê timî bersiva 'em ê li dora maseyê biaxivin' dan. Lê xuyaye ev pêk nehatiye. Êdî em dixwazin gaveke din bi pêş ve biçin û pirsên dîrekt bipirsin. Pirsgirêka Tirkiyeyê ya komunîkasyonê heye."