Polîtîka şer a Erdogan wê li Parlamenta Swêdê bê nîqaşkirin
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh pêşniyarnameyek nivîskî pêşkêşî parlamentê kir û xwest, polîtîka şer a AKP û Erdogan, li Parlamenta Swêdê were nîqaşkirin.
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh pêşniyarnameyek nivîskî pêşkêşî parlamentê kir û xwest, polîtîka şer a AKP û Erdogan, li Parlamenta Swêdê were nîqaşkirin.
Berdevkê Çapemeniyê yê Navenda Olof Pamle Magnûs Nîlsson ê di nava Heyeta Partiya Karker a Sosyal Demokrat de berî çend hefteyan li Kurdistan û Tirkiyeyê lêkolîn kir, çavdêriyên xwe bi raya giştî ya Swêdê re parve kir. Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh jî pêşniyarnameyek nivîskî pêşkêşî parlamentê kir û xwest, polîtîka şer a AKP û Erdogan, li Parlamenta Swêdê were nîqaşkirin.
Magnûs Nîlsson gotarek bi serenavê "Tirkiyeyeke di nava veguherînê de" nivîsand û da zanîn ku di hilbijartinên Hezîranê de li Tirkiyeyê, AKP a ji sala 2002'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye cara yekemîn kêm kir û HDP a ku hêzên pêşverû gihand hev, pêşketineke mezin nîşan da.
GEL JI AKP A KU PÊVAJOYA AŞTIYÊ QEDAND NE RAZÎ YE
Nîlsson diyar kir ku li hemberî şerê piştî hilbijartinan hat derxistin mûxalefetek derketiye holê û di merasîma cenazeyên leşkerên ji aliyê PKK'yiyan ve hatine kuştin, bi awayekî devkî û emelî nerazîbûn li rêveberên AKP'ê yên pêvajoya aştiyê qedandine, hatine nîşandan.
Nîlsson da zanîn ku heyeta wan a tê de Sekreterê Giştî yê Palme Center Jens Orback û parlamenterên Partiya Karker a Sosyal Demokrat jî di nav de bû, ji bo aştî û pêkhatina lihevkirinê Tirkiye ziyaret kiriye û da xuyakirin ku tevî CHP û HDP'ê wan bi nûnerên hikûmetê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kirine.
AKP JI BO KARIBE DENGAN JI MHP'Ê WERBIGIRE, BERÊ XWE DA NETEWEPERESTIYÊ
Nîlsson da zanîn ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, hewldanên ji bo avakirina hikûmeteke koalîsyonê neçûne serî û destnîşan kir, ku AKP a di nav bêhêviyê de ye, bi wergirtina dengên neteweperestên MHP'yî re ji bo careke din bi tena serê xwe bibe desthilatdar berê xwe daye gotin û stratejiyeke neteweperest.
Nîlsson da xuyakirin ku pêvajoya aştiyê ya di sala 2013'an de hat destpêkiri, piştî êrîşên leşkerî yên hikûmetê yên li hemberî PKK'ê hilweşiya ye û diyar kir ku di vir de helwesta Erdogan a li hemberî PKK'ê û hêzên pêşve rû, bi bandor bû.
Nîlsson anî ziman ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên wan pê re hevdîtin kirine, ji cemidandina pêvajoya aştiyê û ji nû ve destpêkirina şer de Erdogan berpirsyar dibînin û ragihand ku pêkhatina hilbijartinê di nava mercên şer ên li Kurdistanê gelek kesan dixe nava fikaran û Sefîrê Bilind ê Swêdê yê li Enqereyê jî xwedî heman fikaran e.
ŞER JI ALIYÊ ERDOGAN Ê DI HILBIJARTINAN DE TÊK ÇÛ VE HAT DESTPÊKIRIN
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh a heman piştî destpêkirina bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên Tirk ve, bi pêşniyarpirseke nivîskî ev yek xist rojevê, duh pêşniyarnameyeke duyemîn pêşkêş kir û destnîşan kir ku ji derxistina şer Erdogan û AKP berpirsyar e. Kakabaveh ji Swêdê xwest, ji bo rawestandina şer bikeve nava hewldanan.
Kakabaveh di pêşniyarnameya xwe ya bi serenavê "Polîtîkaya şer a Tirkiyeyê" de anî ziman ku Erdogan ê xwest erka xwe ya guhertina Destûra Bingehîn zêde bike, piştî ku di hilbijartinên dawî de têk çû bi hêrseke mezin dest bi şerekî mezin kir.
Kakabaveh da xuyakirin ku Erdogan ji bo girêdana xwe ya bi DYA û NATO'yê re nîşan bide, bi awayekî ne ji dil qebûl kiriye ku balafirên şer ên DYA di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de baregehên li Tirkiyeyê bi kar bînin û got, "Tirkiye ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bike, neket nava hewldanan. Li şûna vê, herî kêm 400 caran li Kurdistana Iraqê PKK, gundên Kurdan û Qendîl bombe kir. Tirkiyeyê pêşî li gerîlayên PKK'ê yên xwestin biçin alîkariya Kurdên li Sûriyeyê girt."
Kakabaveh diyar kir ku di êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk ên li hemberî Başûrê Kurdistanê de, zarok jî di nav de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û da zanîn ku Erdogan ji bo di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de karibe dengên neteweperestan werbigire, gotinên neteweperestiyê bi kar tîne û li gelek bajaran li dijî Kurdan û hindikahiyan pêleke neteweperestiyê daye destpêkirin.
NABE KU YEKÎTIYA EWROPA BI BÊDENGÎ LI QEWÎNAN TEMAŞE BIKE
Kakabaveh got, "Nabe ku destûr bê dayîn ev rewş bidome. Ji niha ve rewşa polîtîk a nebaş, wê ber bi rewşeke nebaştir ve biçe. Nabe ku Ewropa û Yekîtiya Ewropa bi bêdengî li qewimînan temaşe bikin. Divê rexneyên tund li polîtîkaya Erdogan bikin ku ev polîtîka krîza li Rojhilata Navîn kûrttir dike. Pêwîste ev polîtîka were şermezarkirin. Girîng e diyalogeke nû ya bi armanca aştiyane, were destpêkirin." Kakabaveh ragihand ku Tirkiye ji aliyê demokrasî û mafên mirovan ve li 20 salên beriya niha vegeriya ye.
Kakabaveh ji Wezîrê Karên Hundir a Swêdê Margot Wallstrom pirsî, ku Swêd û Yekîtiya Ewropa, ji bo ji nû ve destpêkirina muzakereyan, ji bo sekinandina şer û ji bo pêşîgirtina li êrîşên di pêvajoya hilbijartinê de li hemberî Kurdan werin kirin, difikirin çi bikin.
Di hefteya bihurî de hevparê hikûmetê Parlamenterê Partiya Keskan Jabar Amîn pêşniyarpirsek di mehan çarçoveyê de pêşkêşî parlamenta Swêdê kiribû û xwestibû Erdogan û hikûmeta AKP'ê ji ber sûcên kirine, bên darizandin.
Pêşniyarnameyên Kakabaveh û Amîn wê di rûniştina 5'ê Cotmehê ya li Parlamenta Swêdê de werin nîqaşkirin.