Gelo dewletê li Dêrsimê çeka kîmyewî bi kar anî?

Guman hene ku artêşa Tirk di êrîşa hewayî ya li Dêrsimê de çeka kîmyewî bi kar aniye. Cenaze bi temamî şewitîne. Leşkeran di şerê 40 salan de tiştekî ku qet nekiribûn kirin; bi balafirê şewat vemirandin.

Guman hene ku artêşa Tirk di êrîşa hewayî ya berî 2 rojan a li bejahiya navçeya Dêrsim Pulurê de çeka kîmyewî bi kar aniye.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ragihandibû ku di êrîşê de endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Baran Dêrsim (Îsmaîl Aydemîr), gerîla Erdal Reşo (Abdûrrahman Akçîn), Cîlo Kop (Resûl Balikçi) û Botan Gevda (Sedat Arslan) jiyana xwe ji dest dane.

Li Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê 3 cenaze hene. Yek ji cenazeyan hînê nehatiye dîtin. 4 malbat ji bo cenazeyan çûn Pulurê, lê belê nikarîbûn teşhîs bikin.

'CENAZE NAYÊN NASKIRIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alî Oncu cenaze dît. Oncu tişta dît bi vî rengî vegot: "Malbatan cenazeyên xwe nas nekirin. Ji ber ku nedihatin naskirin, bi temamî şewitîbûn. Min jî cenaze dît. Hemû mîna komirê bûn. Serê cenazeyekî tinebû. Cenazeyeke jî bi tenê cihekî biçûk ê çenga wî neşewitî bû, wekî din bi temamî şewitî bû."

'MALBAT DIXWAZIN OTOPSIYEKE BERFIREH WERE KIRIN'

Oncu anî ziman ku wan encamên otopsiya li Pulurê wernegirtine û got, "Malbatan, ji bo testa DNA mînaka xwînê dan. Cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê re hatin şandin. Ji ber ku betlaneya cejnê ketiye navberê, zelalkirina nasnameyên wan wê piştî cejnê bê kirin. Ji bo were zelalkirin ku çeka kîmyewî hatiye bikaranîna an na, malbat dixwazin otopsiyeke berfireh bê kirin."

Oncu, tevî rewşa cenazeyên gerîlayan li ser êrîşa hewayî jî hin agahî da û fikar hene ku di bomberdûmanê de çeka kîmyewî ya li gorî pîvanên navneteweyî hatiye qedexekirin, hatibe bikaranîn.

ARTÊŞA TIRK DI NAVA 40 SALAN DE CARA YEKÊ BALAFIRA VEMIRANDINA ŞEWATÊ BI KAR ANÎ

Li gorî agahiyên ji aliyê Oncu ve hatin dayîn, artêşa Tirk piştî 20 salan cara yekemîn di operasyonê de balafirên şer bi kar anî. Bomberdûmanê 2 rojan dewam kir. Nuqteya ku balê dikişîne, heman piştî êrîşa hewayî rû da. Piştî operasyonê cara yekemîn balafirên vemirandina şewatê hatin bikaranÎn.

Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alî Oncu ji bo vê rewşê got, "Di şerê 40 salan ê li Kurdistanê de dewletê cara yekê balafirên vemirandina şewatê bi kar anî. Di nava 40 salan de bi sedan çiya û gund hatin şewitandin. Dewletê ji bo vemirandina ti ji van şewatan, neket nava hewldanan. Lê belê cara yekê ye, şewat ji aliyê balafiran ve hat vemirandin. Li benda sibehê jî nesekinîn û nîvê şevê şewat vemirandin."

Oncu ji bo pirsa "Gelo çima şewat hat vemirandin?" ev bersiv da: "Nizanim, lê belê ev hewldana wan a cara yekê ye dike, fikar û gumanên me zêde kir. Ji ber ku ji bo bandora kîmyewî ya çekên bikaranîne kêm bike, şewat vemirandibin."

'CARA DUYEMÎN ÎŞKENCE LI MALBATAN TÊ KIRIN'

Oncu da xuyakirin ku ji ber bi testa DNa ya li Saziyên Tipa Edlî yên Elezîz û Meletiyê nasname nehatine tespîtkirin, li malbatan cara duyemîn îşkence tê kirin. Parlamenter Alî Oncu diyar kir ku Qesr êdî ti pîvana şer, exlaq û kevneşopiya dewleta xwe jî nas nake û got, "Dewleta li hemberî me, êdî qîma xwe bi zilmê jî nîne. Ketiye rewşeke welê ku kevneşopiya dewleta xwe jî nas nake. Ji ber ku qîma xwe bi zilmê nîne, zilmê li cenazeyan jî dike. Nahêle mirov cenazeyên xwe jî veşêrin. Me bi hev re Cizîr dîtin. Dayikan cenazeyên zarokên xwe li sarincan veşartin. Mînakek vê li cihekî din ê cîhanê nîne. Mînakeke din a li Cizîrê li cenazeyan kirin, niha li Dêrsimê dikin."