Di doza Kaçeroglû de, şertê bi kontrol ê li ser bersûcê çû leşkeriyê hat rakirin!

Di doza Ekrem Kaçeroglû de, yek ji bersûcên bi sûcdariya "kuştina bi zanebûn" tên darizandin Kûbîlay Aktaş, ji ber ku diçe leşkeriyê, şertê kontrola edlî ya li ser hat rakirin.

Di doza Ekrem Kaçeroglû de, ku gava ji bo Kobanê çalakî lidar dixist bi çekê giran birîndar bû û hingî ji aliyê gurûheke faşîst ve hat lînçkirin, ji bersûcên bi sûcdariya "kuştina bi zanebûn" tên darizandin Kûbîlay Aktaş, ji ber ku diçe leşkeriyê, şertê kontrola edlî ya li ser hat rakirin.

Li Îzmîrê di 7'ê Cotmeha 2014'an de, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de gel li gelek herêman çalakî lidar xistibû. Di çarçoveya van çalakiyan de li Taxa Doganlar a Bornovayê jî gel daketibû kolanan, lê belê gurûheke faşîst a li vê taxê, di bin kontrola polîsan de êrîşî gel kiribû. Di vê demê de, Ekrem Kaçeroglû (38) bi çekê giran birîndar bûbû û tevî ku bi birîndarî ketibû erdê jî gurûha faşîst li pêş çavên polîsan demeke dirêj li wî dabû û ew lînç kiribû. Xizmên Kaçeroglû ew rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê, lê belê di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû.

Li 8. Dadgeha Ceza ya Giran, di doza Kaçeroglû de ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn" 4 kes hatin darizandin. Tevî ku dîmenên cihê bûyerê û vegotinên şahidên bûyerê hene jî, ev bersûc bi awayekî negirtî tên darizandin. Parêzerê yek ji bersûcan Kûbîlay Aktaş Tolga Turgût, ji bo rakirina şertê kontrola edlî yê li ser muwekîlê wî, daxwazname da dadgehê. Ji bo vê daxwazê jî hinceta "muwekîlê min ji bo wezîfeya xwe ya xizmeta ji welêt re bi cih bîne, wê teslîmî yekîneya leşkerî bibe" sedem nîşan da.

Heyeta dadgehê ev daxwazname nirxand û bi gotina "Ji ber ku bersûc wê biçe leşkeriyê, gumana revê wê bi giranî ji holê rabe, ji ber ku rewşek li dijî usûl û qanûnê nîne" ev daxwaz qebûl kir.

'GELO ÇAWA DIKARIN ÇEKÊ BIDIN VÎ KESÎ?'

Bav Bedrettîn Kaçeroglû der barê vê biryarê de ji ANF'ê re axivî, nerazîbûn nîşanî bûyerên qewimîne da û got, "Ev biryar işaretê bi bêhiqûqiyê dike. Li gorî dîmenê kamera û şahidên cihê bûyerê, ev şexs divê were girtin. Lê çawa çêdibe ku di rewşeke bi vî rengî de ev biryar tê dayîn. Vî mirovî bi hêsanî mirovek kuşt, gelo li gorî kîjan mejî li leşkeriyê wê çekê bidin vî kesî. Çi dibe bila bibe em ê dozê bişopînin."

...