Zîzek: Dixwazim biçim serdana Ocalan

Yek ji navdarên cîhana felsefeyê Slavoj Zîzek destnîşan kir, ku Kurd gelê herî pêşverû û demokratîk ê Rojhilata Navîn e.

Yek ji navdarên cîhana felsefeyê Slavoj Zîzek destnîşan kir, ku Kurd gelê herî pêşverû û demokratîk ê Rojhilata Navîn e.

Felsefevanê navdar Slavoj Zîzek, li paytexta Slovenya Lhûbîjana ku lê ji dayik bûye, ji MedNûçe TV re peyivî.

Zîzek li ser wêneyekî wî yê bi Ocalan re di ku medya civakî de tê parvekirin wiha axivî:

"Belê li Tirkiyeyê jî ew wêne nîşanî min dan. Di înternetê de jî heye, dinivîsîne ku yê salên 80'î ye. Lê divê bêjim; mixabin ew ne rast e. Lê li dij dernakevin ku çima tiştekî bi vî rengî kirine. Berevajî, ez bawerim ku ev yek çîrokek bedew e.

'KURD MIROVÊN SEKULER IN'

Ocalan niha li girtîgehê ye û bawerim bala xwe dide ser nasnameya rewşenbîriyê. Min lîsteya pirtûkên ku wî ji girtîgehê xwestiye, dît. Mînak; Foucault dixwîne. Bi qasî ku dizanim der barê Kurdan de klîşeyek heye: 'Kabîleyên paşdemayî yên li çiyayên bilind dijîn û êşê dikişînin!' Lê min bi xwe dît ku Kurd berevajî vê klîşeyê mirovên sekuler in. Kurd niha hewl didin nîşanî cîhanê bidin ku ew rewşenbîr û hemdem in. Ev rêbazeke rast e. Eger ez di şûna we de bûma, min jî heman tişt bikira."

'DIXWAZIM BIÇIM SERDANA OCALAN'

Zîzek da xuyakirin ku ew dixwaze biçe girtîgehê serdana Ocalan û got, "Lê belê min bihîst ku di nava mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û nikare parêzerê xwe jî bibîne. Niha dizanim ku ew siyaseteke hîn bêhtir dilnizm dimeşîne, xwe weke endamekî vî welatî dide naskirin. Ya ku dixwaze ji bo Kurdan otonomî ye. Bi dîtina min, divê karibe daxwazeke ji vê zêdetir bixwaze.

Em bala xwe bidin dîrokê: Kurd qurbanên herî mezin ên parçebûna kolonyal in. Nêzîkatiya Rojavayiyan a li Rojhilata Navîn ew e, ku kîjan kabîle wê li dijî kê şer bike, kî wê çi bike, ye. Yanî cîhana Rojava biryara vê dide. Li Rojhilata Navîn kevneşopiyeke destwerdana rojava heye.

Karesata herî mezin di dawiya Şerê Yekemîn ê Cîhanê de bû. Îtalî, Fransî û Îngilîzan biryar dan bê Rojhilata Navîn çawa parve bikin. Sûriye di destê Misirê, welatên din jî di destê hin derdorên din de bûn. Yanî hemû sînor sûnî ne.

Niha bala xwe bidin Iraqê: Rojhilatê Iraqê di bin bandora Şîa û Îranê de ye. Rojavayê Iraqê Sûnî ye. Ji aliyê gel ve dema mirov li rewşê dinêrin, tê dîtin ku federasyonek bêhtir maqûl e. Li Afganîstanê, li Pakîstanê binêrin, li her derê rewş bi heman rengî ye. 

Ji bo pirsa "Ji aliyê Kurdan ve pêkane ku ev rewş were guhertin?" Zîzek ev bersiv da:

'NASKIRINA MAFÊ RÊVEBERIYÊ YÊ KURDAN TÊ WATEYA DESTEKKIRINA AŞTIYA LI HERÊMÊ'

"Ji aliyê dîrokî ve, li pişt perdeyê nexşeyeke Kurd tê dîtin, ji xwe li pêş perdeyê sînorên sûnî yên hatine xêzkirin hene. Hêzên mezin destûra vê nadin, lê belê eger hûn ji min bipirsin, çareseriya herî xweşik, yekbûyîna hemû Kurdan e. Yanî qet nebe rojhilat û başûrrojhilatê Tirkiyeê bi bakurê Sûriyeyê û bakurê Iraqê re bibe yek. Yanî sînorên heyî dikare bi dewletên heyî ve girêdayî bin, lê ji aliyê dîrokê ve dema mirov li rewşê binêrin, hingî mafê wan ê yekbûyînê heye.

Niha herêma herî ewle ya Iraqê herêma Kurdan e. Ji deverê cuda yên cîhanê balafir diçin wê derê. Cihekî lê hiqûq û qanûn heye. Li Iraqê sê kom hene: hindikahiyên Sûnî, piraniyên Şîa û Kurd. Di dema Saddam de Sûnî xurt bûn, niha hegemonya Şîa heye. Nebaş xuya dike.

Ji bo birêvebirinê gelo baştir nîne ku niha ji Kurdan re şensek bê dayîn? Em dizanin utopya ye! Heta niha Kurdan bi tenê xwe parastin. Ti carî nebûn xwedî meyl û êrîşkariyeke emperyalîst. Ti carî mirovên din nekuşt. Li herêmê dayîna mafê rêveberiyê ji bo Kurdan, di heman demê de tê wateya stabîlbûyîna herêmê. Koma herî sekuler a Rojhilata Navîn Kurd e. Naskirina mafê rêveberiyê ji bo Kurdan tê wateya destekkirina aştiyê. Ez vê hêvî dikim û heta dawiyê destekê didim vê."

'XWESERIYA KURDAN HÊVIYEKE MEZIN E'

Zîzek der barê modela xweseriya demokratîk de ev nirxandin kir: "Ji bo min Kurd di vî warî de gelekî girîng in. Ez ê niha tiştekî bêjim ku gelek kes dibe ku tevlî nebe, yan jî henekê xwe bike: Li gorî min divê hûn Kurd li Rojhilata Navîn bibin versiyonek mîna Yahûdiyan. Yanî ne welê zextdar, dagirker. Bidin xwedî rewşeke dînamîk û vekirî... Hestyariya Kurdan dibe ku bibe mînak. Xweseriya Kurdan hêviyeke mezin e.

Divê mirov hinekî rasteqîn bin. Li Rojhilata Navîn niha krîzek heye. Tiştekî ku dikare ji ku bê, ji kê bê? Li gorî min Kurd cihê tiştekî nû jê bê ye."

'DIXWAZIM BIÇIM SERDANA ROJAVA'

Li ser kantonên Rojavayê Kurdistanê de Zîzek da xuyakirin ku Kurdan heta roja îro di xwerêveberiyê de gelekî bi pêş ketine û got, "Dibe ku piştî nuqteyekê, aştî bê. Lê belê ne bawerim ku Sûriye ji bo demeke dirêj were parastin. Li gorî min êdî ew rewş qediya ye. Ne bawerim ku Sûriye karibe bê rizgarkirin.

Lê belê li Rojava sîstemeke ku Kurd jê re pêşengiyê dikin û hemû gel tê de bi hev re dijîn, tê avakirin.

Eger ez li şûna Kurdan bûma, min ê hinekî din jî zêdetir gav biavêta. Li gorî min bi tenê kantonên li Sûriye yan jî başûrrojhilatê Tirkiyeyê têrê nakin. Pêwîste destûr bê dayîn ku ev bi awayekî bigihêjin hev. Dibe ku ne dewleteke cuda be, lê divê bibin yek. Ev yek wê dibe desteketiyeke mezin. Bi rastî jî xweşî û başiyê ji wan re dixwazim. Ez dixwazim rojekê wan deran ziyaret bikim."

SLAVOJ ZÎZEK KÎ YE?

Marksîst sosyolog, felsefevan û rexnegirê çandê Zîzek di 21'ê Adara 1949'an de li Slovenyaya ku hingî parçeyekî Yûgoslavyayê bû, ji dayik bû. Doktora xwe ya felsefeyê li Slovenyayê qedand û li Zanîngeha Parîsê li ser Psîkanalîz perwerde dît. Piştî vê demê pirtûk û gotar nivîsand, bi saya bernameyên tevlîbû, bû yek ji fîlozofên navdar ên cîhanê.