Li Hollandayê, ji NCDK û HAK-DER'ê şeva ji bo HDP'ê

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo destekkirina HDP'ê dewam dikin. Li bajarê Hollanda Ûtrechtê, bi beşdariya Parlamenter Alî Haydar Konca şevek piştgiriyê hat lidarxistin.

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo destekkirina HDP'ê dewam dikin. Li bajarê Hollanda Ûtrechtê, bi beşdariya Parlamenter Alî Haydar Konca şevek piştgiriyê hat lidarxistin. 

Şev ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Hollandayê (HAK-DER) ve hat organîzekirin.

Parlamenter Alî Haydar Konca di axaftina xwe ya li vir de bibîr xist ku li bajarê pîşesazî û kedkaran Kocaeliyê, bi saya dengên ji Ewropayê wan di hilbijartinên 7'ê Hezîrane de parlamenterek qezenc kirine. Konca diyar kir ku dengên ji Ewropayê gelekî girîng in û got, "Ji ber vê yekê, ez bi xwe parlamenterê we me."

Konca da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê li ser serê gelan bûye bela û yekane hêza li dijî vê çeteyê têdikoş e Kurd in. Konca destnîşan kir ku li Rojava vîna gelan li ser desthilatdariyê ye. Konca ragihand, ku yên li Enqereyê komkujî kirine ew kesên çeteyên DAIŞ'ê xwedî dikin e û anî ziman ku têkçûna çeteyan a li Rojava, wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî dubare bibe.

'CHP'YÎ BI TI AWAYÎ NÊZÎ DAXWAZÊN ME NABIN'

Li ser navê HAK-DER'ê Fîlîz Çaglar Selçûk jî da xuyakirin ku HDP 'ala piştgiriyê ya hemû bindestan'. Selçûk diyar kir ku HDP mîna sîleyekê li rûyê AKP'ê ketiye û bibîr xist ku AKP a hilbijartin winda kir, hêza polîs-leşker û dadgeriya di bin fermana xwe de xist nava tevgerê û şer da destpêkirin.

Selçûk da zanîn ku weke pêkhateya Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê ew dibêjin, 'yekane rêya rizgariya ji vê serdema tarî, tevgera di bin ala HDP'ê de ye' û destnîşan kir ku ew bi berpirsyariya dîrokî tevdigerin.

Fîlîç Çaglar Selçûk diyar kir ku CHP'yiyên li benda dengê Elewiyan e, di civînên bi wan re lidar xistine de, xwe bi ti awayî nêzî daxwazên Elewiyan nekirine.

Piştre li ser navê komîsyona jinê ya HAK-DER'ê Zarîfe Çalişkan, li ser navê koma şoreşger a sosyalîst Tayfûn Yasîn, li ser navê Ciwanên Azad Amsterdam Delal Serhad û Hasan Ozdemîr li şevê axivîn.

Ji ber meha Mûharrem e, Pîrên Elewî, yên li Kerbela û Enqereyê hatin qetilkirin, bibîr anîn.

Di şevê de Hozan Dilderîn, Roder, Bager, Koma Rengê Îsyan, Sewuse, Nadîa Vîsser û Koma Pero Piya derketin ser dikê û şehîdên Enqereyê bibîr anîn.

...