Rojnameya Sabah a nûçeya ‘qumarbaz’ a têkildarî namzetê AKP’ê weşandibû ji sîteya xwe rakir

Derket holê ku rojnameya Sabah a wek navgîna weşana Serokkomar Erdogan û AKP’ê tê pênasekirin, nûçeya ‘qumarbaz’ a namzetê AKP’ê yê parlamenteriyê yê Rêza Yekemîn Ataullah Hamîdî yê Hilbijartina 1’ê Mijdarê weşandibû ji sîteya xwe rakir.

Namzetê AKP’ê yê parlamenteriyê yê Rêza Yekemîn Ataullah Hamîdî yê ku li Êlihê bi nasnameya ‘Şêx’ tê naskirin û salên dirêj di partiyên sîstemê de siyaset kir ji ber qumara xwe li kulîsên bajêr bû mijara nîqaşê. Derket holê ku rojnameya Sabah nûçeya têkildarî Hamîdî ya berî niha bi 16 salan weşandibû ji sîteya xwe rakir.

Rojnameya Sabah, 6’ê Kanûna 1999’an di nûçeya ku di manşetê de ragihandibû, diyar kiribû Ataullah Hamîdî wê demê li Elmanyayê bi qumarê lîstiye û 30 hezar winda kiriye.