BI DÎMEN

A.D. ê tevlî perwerdeyên DAIŞ'ê bû: Li Semsûrê xebatên DAIŞ'ê dewam dikin

A.D. ê li Semsûrê tevlî perwerdeyên çeteyên DAIŞ'ê bû anî ziman, ku piştî komkujiya Enqereyê DAIŞ'ê briyar da xebatên xwe veşêre û got, "Lê belê xebatên xwe bi xurtî didomîne."

A.D. ê li Semsûrê tevlî perwerdeyên çeteyên DAIŞ'ê bû anî ziman, ku piştî komkujiya Enqereyê DAIŞ'ê briyar da xebatên xwe veşêre û got, "Lê belê xebatên xwe bi xurtî didomîne."

A.D. ê nexwest nasnameya wî bê aşkerakirin, ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku di rojên dawî de ew du caran tevlî civînên DAIŞ'ê bûye.

DI CIVÎNÊN SOHBETÊ DE XWE BIRÊXISTIN DIKE

A.D. der barê cihên civînên DAIŞ'ê de wiha axivî: "Li malan, cihên pîknîkê, ocaxên çay civîn tên lidarxistin. Bi qasî ez dizanim li Taxa Mezarlik, her wiha li aliyê Harharê maleke çay heye, lê ew mala çay ne ya wan e. Normal; çar heval diçin wê derê li dora maseyekê rûdinên û xwe birêxistind ikin. Beriya vê mala Îslam Çay hebû. Her wiha komeleyek bi navê VASAD heye. Ez cihê vê komeleyê baş nizanim. Bi tenê hevalên ku diçin wê derê nas dikim. Niha, yanî ti kes li hev nacive. Mînak; li vê derê li cihê em lê ne, bexçe gelekî nêzî navendê ne. Mînak, goristana nû, goristana kevin, goristan e lê daristanî ye. Kola, tendik, çay tînin û pênc kes li hev dicivin. Dema hinek dipirsin jî dibêjin 'em kola vedixwin, dendikan dixwin'. Yanî hûn nizanin li ku û çawa dicivin."

Der barê nêzîkatiya wan a li mirovan de A.D. got, "Bi giranî, dema mirovekî jîr, jêhatî û bi feraset dibînin, xwe jê vedigirin, xwe nêzî mirovên bi vî rengî nakin, wan naxin nva xwe û pê re naaxivin. Di heman demê de, tu çi dibêjî bêje, ew gotinên te piştrast dikin. Bi vî rengî dixwazin asteng bike ku tu fêm bike, bê xizmetê ji çi re dikin. Mînak; dema dicivin îmanê bi kar tînin. Em hemû ciwan bûn, niha jî em ciwanin. Xwîna ciwanan germ e. Pêkanîna tiştên bi vî rengî di xwîna me de heye. Dema sozên li aliyê din jî li vê rewşê zêde dikin, yanî mertebeya şehadetê; bi feyz, bereket û xêrê re vana derdixînin asteke eşqê. Çawa ku mirov dema dibe evîndar, çavê mirovan tiştekî din nabîne."

'HÎNÊ MIROVÊN DIÇIN SEMSÛRÊ Û TÊN, HENE'

A.D. anî ziman ku yek ji du hevalên wî çû û dema li wê derê dît ku rastî çiye, bi zorê xwe ji nava lepên wan rizgar kiriye û got, "Zilamekî gelekî perwerde dîtiye. Emrê wî gelekî ciwan e, lê belê di navbera fîzîka wî ya berî û piştî çûyînê de, cudahî heye, ne weke hev e. Perwerdeyek xurt dîtiye."

A.D. diyar kir ku van kesan gelekî hewl dane wî bixin nava xwe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Me nexwest, navê van kesan hîn bibin, lê belê nav nedan. Yanî me got; mamosteyên we kî ne? Nav nadin, her tim bi Quran, sunnet û hadîsan bi me re diaxivin. Mînak; ti carî bi komeke ji zêdeyî pênc-şeş kesan nacivin. Bi mirovên bira, dost û bi yên bi hev re samîmî ne dicivin. Niha cihên derve bi kar tînin. Rewşa wan a niha, xwe veşartin e. Niha li malan dicivin. Bi vê rêbazê; Telefonê ji hev re vedike û dibêj 'Vê carê ji bo xwarinê tu mêvanê min e'. Ew jî sê hevalên xwe dibe û dema yek du kesên din jî diçe, civat amade ye."

A.D. da xuyakirin ku mala Îslam Çay ji aliyê Yûnûs Emre Alagoz ve dihat xebitandin û got, "Gotinên mîna 'Me mala Îslam Çay vekir, em li benda we ne' bi kar dianîn. Em jî çûn wir, me çaya xwe vexwar, jê re gotin bi xêr be û em rabûn."

'LI SEMSÛRÊ CIVÎNÊN MALAN DEWAM DIKIN'

Der barê xebatên niha yên DAIŞ'ê yên li Semsûrê de A.D. ev agahî da:

"Xebat hînê dewam dike. Li ser rêya Taxa Mezarlikê, aliyê Bahçelî Evler heye, li wê derê ez li malekê du caran tevlî sohbetê bûm. Mînak; hevalekî min heye, hînê nû kesek nas kiriye. Hemû pirtûkên li ser hadîsan, pêxember û sohbetan pêşniyar kiriye û bi 650 lîreyî pirtûk pê dane kirîn. Bi pirtûkan re hewl didin bandorê li wan bikin. Piraniya ciwanan ji bo ol û îbadetê diçin wê derê. Ji nava wan mirovan dineqînin, wan bi kar tînin û hêdî hêdî winda dikin, dişînin Sûriyeyê."

A.D. anî ziman ku ew di nava du rojên dawî de tevlî sohbetan bû û dema ji wan re got, ku ew ê ji bo cara sêyemîn were, qebûl nekirine."

POLÎS BOMBEYÊN ZINDÎ BI BOMBEYAN SEBEST BERDA'

Der barê Recep Yaman ê ku navê wî di lîsteya bombeyên zindî de heye, A.D. wiha axivî:

"Ez dizanim ku bavê Recep Yaman ew îxbar kiriye. Haya wî ji bombeyan çêbûye û îxbar kiriye. Li Taxa Siratê dimînin. Li ser îxbara bavê wî polîs tê wî dibe, lê belê piştre nizanim. (Recep Yaman niha di nava lîsteya kesên lê tê gerîn de ye-ANF). Di wê mijarê de agahiya min nîne, lê rast e tiştekî bi vî rengî qewimiye. Niha di lîsteya bombeya zindî de cih digire."

...