Der barê Serokê Baroya Amedê de biryara girtinê

2. Dadgeriya Sulh Ceza ya Bakirkoy, der barê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de biryara girtinê da.

2. Dadgeriya Sulh Ceza ya Bakirkoy, der barê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de biryara girtinê da.

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoy, 2. Dadgeriya Sulh Ceza ya Bakirkoy der barê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de bi sûcdariya “Propagandaya rêxistina terorê kiriye” biryara gitinê derxist.

Elçî ku tevlî bernameya “Tarafsiz Bolge” ya CNN Turk bibû, ji ber gotibû, ‘PKK ne rêxistineke terorê ye” der heqî wî de lêpirsîn hatibû vekirin.