Di hunera Kurd de windahiya mezin...
Resamê Kurd ê li cîhanê bi nav û deng, Malva jiyana xwe ji dest da...
Resamê Kurd ê li cîhanê bi nav û deng, Malva jiyana xwe ji dest da...
Ressamê Kurd ê li cîhanê bi nav û deng, Malva jiyana xwe ji dest da...
Malva yê navê wî Omar Hamdî ye, sala 1951’an li Hesekê ji dayik bûye, ji sala 1978’an jiyana xwe li Vîyana domand. Malva ji ber nexweşiya pençeşêrê du roj berê jiyana xwe ji dest da. Malva li qada nawneteweyî xwedî hejmarek zêde pêşangehên ferdî û kollektîf bû.
Malva dema li Sûrî bû rexnegeriya hunerê jî kir, li Ewropayê bi hunermendên Kurdistanî re li Viyana pêşengiya pêşangehek bi navê “Kurdistan” kir. Bi tabloyeke ku sernavê Şehîd Sarya çêkiribû, li pêşangehan rastî eleqeyek mezin dihat. Di salên dawî de hinek portreyên kesayetên Kurd jî tevlî nav xebatên xwe kiribû.
Di navnîşana www.omarhamdimalva.com de, der barê hunermend û berhemên wî agahiyên bi detay hene.
Hate diyarkirin ku cenazeyê hunermend di van rojên de wê bi merasîmekê bê oxirkirin. Cenazeyê wî li Kurdistanê an jî li Awûstûryayê wê bê defnkirin. Çavlirê ye ku malbata Hamdî têkîldarî mijarê daxuyaniyekê bide.