Li 13 navendên Elmanyayê dengdayîn dewam dike
Li 13 navendên Elmanyayê dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dewam dike.
Li 13 navendên Elmanyayê dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dewam dike.
Li 13 navendên Elmanyayê dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dewam dike. Li van navendan, ji roja Şemiyê û vir ve eleqeya ji bo bikaranîna dengan zêde dibe. Her çend rojên nava hefteyê beşdarî kêm jî bûn, duh li ber konsolosxaneyan rêzên dirêj çêbûn.
Li Kolnê yekemcar hejmara mirovên di nava hefteyê de dengê xwe bi kar anîn, 4 hezar derbas kir. Roj bi roj ev hejmara tevlîbûnê zêde dibe. Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ji gel dixwaze ku bikaranîna dengê xwe ji roja dawî re nehêle.
Li Elmanyayê li 13 navendan ji 8'ê Cotmehê heta 18'ê Cotmehê 256 hezar kesan dengê xwe bi kar anîn. Ji bo bi qasî hilbijartinên 7'ê Hezîranê deng werin bikaranîn, divê di hefteya dawî de 226 hezar mirovên din jî dengê xwe bi kar bînin. Dema hejmara mirovên di roja Duşemê de dengê xwe bi kar anîne were nirxandin, hingî tê dîtin ku xwegihandina vê hejmarê ne zehmet e.
Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li 13 navendên Elmanyayê 482 hezar hilbijêran dengê xwe bi kar anîbûn. Ji van 83 hezaran dengê xwe dabûn HDP'ê.