Hikûmeta AKP'ê, bi nêzîkbûna hilbijartinên Giştî yên 1'ê Mijdarê re, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî şidand. Di serdegirtinên li malan de li Manîsayê 14 kes hatin binçavkirin. Li Amedê jî mertalekî zindî hat girtin.
MANÎSA
Li navçeya Manîsa Sarûhanliyê polîsan danê sibehê avêtin ser malan, derî şikandin û bi zorê ketin hundirê xaniyan.
14 kesên di serdegirtinê de hatin binçavkirin ev in: "Hevserokên HDP'ê yên Sarûhanliyê Suleyman Kaban û Ayşe Karagoz, Hesabgirê HDP'ê yê Navçeya Sarûhanliyê Halîl Aydemîr, rêvebera navçeyê Gulsum Tozan, xebatkarên ciwanan Xebat Aydemîr û Mehmet Aydemîr, Tûrgût Akyol, Gulciwan Çelîk, Ferhat Esen, Siddik Karagoz, Erhan Aydemîr, Gultan Onel, Sertan Onel û Mazlûm Alataş." Hat argihandin ku HDP'yiyên hatine binçavkirin, birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Sarûhanliyê.
AMED
Li Amedê, 27 mertalên zindî yên xwestin pêşiya êrîşên li hemberî "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li taxa Sîsê ya li navçeya Lîcê ya Amedê pêk tên rawestinin û pêşiya şer bigirin çûn herêmê ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin û biribûn Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê. 27 mertalên zindî yên bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin binçavkirin 5 kes piştî îfadeyên li qereqolê derxistin edliyeyê. Piştî îfadeyên dozgeriyê mertalên zindî yên bi navê Necati Demîrbaş (26), Fuat Solmaz (24), Gani Yıldırım (31) û Muharrem Engin (16) û Bîlal Demîrbaş bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên dadgehê 4 kes serbest hatin berda û Bîlal Demîrbaş (34) jî bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.