Li Farqînê, terora dewletê û berxwedana gel mezin dibe. Kepçeyek ji bo dagirtina xendekan ji aliyê hêzên dewletê ve hat anîn, hat rûxandin. Hat îdîakirin ku 2 kesên di kepçeyê de jiyana xwe ji dest dane. Xweparastina gel jî bi hêz dibe.
Li navçeya Amed Farqînê terora dewletê û berxwedana gel a li hemberî vê terorê, dewam dike. Li dû "qedexeya derketina derve" polîsên tîmên taybet bi gelek wesayîtên zirxî guleyan li taxan direşînin. Gel jî li hemberî êrîşa polîsan li ber xwe dide. Êrîşên polîsan bi giranî li kolanên Azîzoglû û Eskît Bîtlîs û taxên Tekel û Mescîtê zêde bûn.
'PKK GEL E GEL LI VIR E'
Nûçegihanên DÎHA, Azadiya Welat û JINHA yên xwestin dîmenê êrîşa polîsan bikişînin, tên astengkirin. Ji taxan dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo" bilind dibin.
KEPÇE HAT RÛXANDIN
Di vê navberê de, hêzên çekdar ên dewletê, ji bo xendekên xweparastinê yên li Taxa Mescîtê dagirin, kepçeyeke zirxî ya DSÎ anîn herêmê û di encama derba roketê de ev kepçe hat rûxandin. Hat îdîakirin ku du kesên di kepçeyê de jiyana xwe ji dest dane.
Li taxên Tekel, Mescît û Konakê êrîşên polîsan dewam dikin. Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê jî ji aliyê ekîbên polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Gelê navçeyê, tevî biryara qedexeyê û êrîşan jî, xweparastinê xurttir dike.