Li Evry û Melûnê ji bo HDP'ê seferberiya dengdayînê

Li bajarên Evry û Melûn ên li Parîsê wê dengê xwe bi kar bînin, xebatên ji bo birina hilbijêran li ser sindoqan, dewam dikin.

Li bajarên Fransa Evry û Melûn ên li Parîsê wê dengê xwe bi kar bînin, xebatên ji bo birina hilbijêran li ser sindoqan, dewam dikin.

Li bajarên Evry û Melûn ên Fransayê, ku hejmare zêde ya Kurdistanî û Tirkiyeyî lê dijîn, dildarên HDP'ê civînek lidar xistin û destnîşan kirin ku 6 rojên mayî yên dengdayînê di asta fînalê de ne. Ji bo hilbijêr heta 25'ê Cotmehê dengê xwe bi kar bînin, li Navenda Civaka Demokratîk a Evry û Komeleya Sînemîlî wesayît hatin amadekirin. Bi van wesayîtan re wê hilbijêr karibin biçin ser sindoqan.

Endam û dildarên Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê di civîna xwe de bi dirûşma 'Eger tu nebe, yek ji me kêm e' biryar dan ku xebatên xwe berfireh bikin. Di civînê de hat ragihandin ku yekane partiya dikare aştiyê bi xwe re bîne HDP ye, lewma divê encameke xurt bi dest bixe. Di civînê de ji her kesî hat xwestin, ku ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, hîn bêhtir kar bê meşandin.

Endamên komîsyonê diyar kirin ku divê 6 rojên dawî baş bên bikaranîn û dan zanîn ku ji bo hilbijêran bibin ser sindoqan ew ê hewldanên xwe zêde bikin. Di encama civînê de hat gotin, "Ji bo têkbirina gladyoya qesrê û zîhniyeta faşîst a hikûmeta AKP'ê ya qetlîamker û xwe ji xwînê xwedî dike, divê em mafê xwe yê demokratîk ji sedî sed bi kar bînin û vê zîhniyetê di sindoqê de defin bikin."

...