Dorpêçiya li Farqînê dewam dike

Li navçeya Amed Farqînê ku derketina derve hînê lê qedexe ye, tîmên taybet û polîsan careke din êrîşî gel kirin.

Li taxên Tekel, Mescît û Konak ên Farqînê, ku qedexeya derketina derve di roja duyemîn de dewam dike, hêzên çekdar ên dewletê careke din êrîş kirin. Tîmên taybet û polîsan, bi gelek wesayîtên zirxî re hewl dan êrîşî van taxan bikin. Di dema êrîşê de helîkopter jî li ser herêmê geriya.

Şêniyên taxan bersiv dan hewldanên êrîşê û li ser vê yekê pevûnên dijwar derket. Piştî êrîşa polîsên Tirk ji taxan dûxan bilind bû.