Di hefteya dawî de wê li Marsîlya û derdora wê ji bo HDP'ê seferberî hebe

Li gorî agahiyên ji aliyê Koordînasyona HDP'ê ya Başûrê Fransayê ve hatin dayîn, ji bo birin û anîna bi hezaran hilbijêrên HDP'yî ji Konsolosxaneya Marsîlyayê re, wê mîna seferberiyê hewldan bê kirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Koordînasyona HDP'ê ya Başûrê Fransayê ve hatin dayîn, ji bo birin û anîna bi hezaran hilbijêrên HDP'yî ji Konsolosxaneya Marsîlyayê re, wê mîna seferberiyê hewldan bê kirin.

Hat ragihandin ku endamên navenda civaka demokratîk a Kurd ên li bajarên mezin ên Başûrê Fransayê, ji bo hemû hilbijêran heta 25'ê Cotmehê bibin ser sindoqan, wê bikevin nava hewldanên mezin. Xebatkarên van navendan ên li bajarên Marsîlya, Marîgnan, Montpeîller û Dragûîgnanê, wê heta 25'ê Cotmehê li nava mal û kargehan bigerin û hilbijêran ji bo dengdayînê îqna bikin.

Ji bo hilbijêr karibin bi hêsanî biçin konsolosxaneyan wê wesayîtên şexsî bi awayekî komî bên plankirin.

Der barê mijarê de Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê daxuyaniyek da û anî ziman ku ew dixwazin din ava hefteyekê de hemû hilbijêrên li herêma Konsolosxaneya Marsîlyayê ne, bibin ser sindoqan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku mîna 7'ê Hezîranê wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî HDP li Marsîlyayê bibe partiya yekemîn.

Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de beşdariya li Marsîlyayê ya ji bo dengdayînê ji sedî 47 bû û ji sedî 57 ê hilbijêran dengê xwe dabûn HDP'ê.

...