Tahîr Elçî hat binçavkirin

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku ji ber di bernameyeke TV de got, "PKK ne rêxistineke terorê ye" der heqê wî de biryara girtinê hat derxistin, hat binçavkirin.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku ji ber di bernameyeke TV de got, "PKK ne rêxistineke terorê ye" der heqê wî de biryara girtinê hat derxistin, hat binçavkirin.

Elçî saet di 02:20'an de li avahiya Baroyê hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê. 

Tahîr Elçî di bernameyeke TV de gotibû, "PKK tevgereke siyasî çekdarî ye. Tevgereke siyasî ye ku xwedî mafên siyasî ye û destekek gelekî cidî werdigire."

Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, ji ber van gotinan xwestibû der barê Elçî de biryara girtinê were derxistin. 2. Dadgeriya Ceza ya Sûlh a Bakirkoyê jî bi sûcdariya "propaganda rêxistina terorê kiriye" der heqê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de biryara girtinê derxistibû.

Elçî ku duh êvarê biryara girtina wî hatibû dayîn, li avahiya Baroyê li benda binçavkirinê sekinîbû. Tê payîn ku Elçî bibin Stenbolê û li wê derê wî derxînin pêşberî dadgehê.

Tahîr Elçî beriya were binçavkirin dabû xuyakirin ku ew li pişt gotinên xwe ye. Li aliyê din Baroyên Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Amedê, piştgirî dabûn Elçî.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken jî, lêpirsîna li hemberî Elçî hat destpê kirin, rexne kir.

Balûken got, "Gelê herêmê, gelê Amedê û piraniya gelên têkoşîna demokrasiyê li Tirkiyeyê dimeşînin, hemû mîna Tahîr Elçî difikirin."