6 kesên komkujî protesto kirin hatin girtin!

Li Eskîşehîrê, ji kesên komkujiya li Enqereyê şermezar kirin 6 kes hatin girtin.

Li Eskîşehîrê, ji kesên komkujiya li Enqereyê şermezar kirin 6 kes hatin girtin.

Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de, her roj mirov tên binçavkirin û girtin. Ev pêla girtin û binçavkirina bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê re zêdetir dibe.

Dewleta ku tê gotin rola xwe di komkujiya li Enqereyê de heye, li Eskîşehîrê mirovên ku komkujî şermezar kirin, girt.

NAVÊN KESÊN HATIN GIRTIN

Ji 16 kesên di protestoya komkujiyê de hatin binçavkirin, zarokê bi navê O.A. ê 16 salî, welatiyên bi navê Ayhan Kahraman, Abdulkadîr Kabûl, Gokhan Kûşlû, Ahmet Dîk û Koray Abdag hatin girtin. Her şeş kes şandin Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê.