Malbata Mahmût Gazî Tatar ê ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, weke yek ji navendên xebatên DAIŞ'ê kampa AFAD'ê ya li Semsûrê nîşan da. Malbatê diyar kir ku kurê wan ji aliyê xizmekî wan ê bi navê Abdulkadîr Gozukara ve tevlî DAIŞ'ê hatiye kirin.
SEDAT SÛR
SEMSÛR / ANF
sêşem, 20 kewçêrê 2015, 07:00
Malbata Mahmût Gazî Tatar ê ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, weke yek ji navendên xebatên DAIŞ'ê kampa AFAD'ê ya li Semsûrê nîşan da. Malbatê diyar kir ku kurê wan ji aliyê xizmekî wan ê bi navê Abdulkadîr Gozukara ve tevlî DAIŞ'ê hatiye kirin.
Bav Abdullah Tatar got, "Roja ku kurê min ji holê winda bû, em çûn emniyetê. Lê belê emniyet, ji bo dîtina kurê min neket nava ti hewldaneke cidî."
Dayik Yildiz Tatar jî diyar kir ku kurê wê hatiye xapandin û anî ziman ku ew dixwaze demek berî demekê bigihêje kurê xwe û ji nû ve wî qezenc bike.
Malbata endamê DAIŞ'ê yê ji Semsûrê Mahmût Gazî Tatar ê di dema operasyona azadkirina Girê Spî de ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, pêvajoya tevlîbûna kurê xwe ji ANF'ê re vegot.
Bavê Mahmût Gazî Tatar Abdullah Tatar da xuyakirin, ku Gozukara û hevsera wî ya Sûriyeyî ya li kampa AFAD'ê dimîne, karê şandina endaman ji DAIŞ'ê re organîze dikin û got, "Kurê min di hevpeyvîneke xwe ya beriya niha ya bi ANF'ê re gotibû ku yê ew şandiye Îbrahîm e. Lê xuya ye ji bo me biparêze bi vî rengî gotiye. Kesê ku kurê min şandiye xizmê me yê bi navê Abdulkadîr Gozukara ye."
'GOZUKARA Û HEVSERA WÎ ENDAM JI DAIŞ'Ê RE DIŞANDIN'
Bav Abdullah Tatar got, "Kurê min ji yekê meha çaran û vir ve winda ye. Me dûre bihîstin ku hatiye xapandin û tevlî DAIŞ'ê hatiye kirin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Kesê ku kurê min xapand û bû sebep ku tevlî DAIŞ'ê bibe, neviyê apê min Abdulkadîr Gozukara ye. Hevserê Abdulkadîr Gozukara, Erebeke Sûriyeyî bû û zarokeke wan a şeş mehî hebû. Bi qasî ku ez dûre pê hesiyam, çend caran Gazî biriye mala Îslam Çay û li wê derê bi mirovan daye naskirin. Ji bo Gazî îqna bike ku tevlî DAIŞ'ê bibe jê re derew kiriye û gotiye, 'eger tu were ez ê te li wir bizewicînim, li wê derê maaşekî baş dide, tu yê bibe xwedî karekî baş e'."
Tatar diyar kir ku Abdulkadîr Gozukara û hevsera wî ya Sûriyeyî yên kurê wî şandine nava DAIŞ'ê, ji ekîba li Semsûrê endam dişand ji DAIŞ'ê re bûn û piştre ew bi xwe jî tevlî nava çeteyên DAIŞ'ê bûye.
'REWŞ JI ME VEŞART'
Bav Tatar da zanîn, ku ji ber kurê wan dizanîbû eger ew pê bihesin wê nerazîbûnê nîşan bidin, ev rewş ji wan veşartiye û anî ziman ku dema carekê dîtiye kurê wî nimêj dike, ew ketiye nava gumanan ji ber ku nimêj bi awayekî cuda dikir. Bav Tatar got, "Dema min jê pirsî ku çi dike, ji min re got, 'Bavo tu fêm nake'. Min jî got ev yek mijareke bê mezinkirin nîne û zêde bi ser wî de neçûm. Ez ket nefikirîm ku kurê min wê tevlî DAIŞ'ê bibe. Eger pê hesibûma min ê ew bişopanda, hewl bida wî asteng bikim, eger ew jî nebûya ez ê biçûma emniyetê."
'DEWLETÊ PÊŞÎ LI NEGIRT'
Tatar nerazîbûn nîşanî dewletê da ku pêşî li çûyîna nava DAIŞ'ê nagire û got, "Dema kurê min ji holê winda bû, min serî li emniyetê da û ji wan re got ku bi fikar im tevlî DAIŞ'ê bûye. Tevî vê yekê jî ne biryareke lêgerînê hat derxistin, ne jî tedbîreke din hat girtin. Di vir de nuqteya girîng ev e: Gazî çawa ji malê derdikeve yekser sînor derbas nake û naçe Sûriyeyê. Diçe 2 rojan li ser sînor disekine û berêvarekê derbasî Sûriyeyê dibe. Min ev agahî ji hevpeyvîna kurê min a bi ANF'ê re wergirt. Ev yek jî nîşan dide, ku di vê mijarê de xemsariyeke cidî ya dewletê heye."
Bav Tatar ragihand ku ew esnafekî li karê xwe dinêre, ti pirsgirêka wî bi cîran an jî mirovên din re nîne û anî ziman ku ti eleqeya wan bi çeteyên DAIŞ'ê re tineye.
'GOZUKARA TIMÎ TELEFON DIKIR Û AGAHIYÊN ŞAŞ DIDA'
Tatar da xuyakirin ku Abdulkadîr Gozukara timî li hevalên kurê wî digeriya û ji wan re digot ku kurê wî hatiye kuştin û ji bo şandina cenaze jî pere xwestiye.
Tatar got, "Carekê jî Gozukara geriya û diyar kir ku ew nizane kurê min li ku ye, lê dizane li cihekî gelekî dûr e" û ragihand, ku ji ber her timî tiştên ji hev cuda digot, wan bi gotina Gozukara bawer nekirine û dûre derketiye holê ku kurê wî ji aliyê YPG'ê ve hatiye girtin.
'EM KÊFXWEŞ IN KU KURÊ ME DI DESTÊ YPG'Ê DE YE'
Bav Tatar diyar kir ku ew dixwazin kurê xwe bibînin û got, "Em kêfxweş in kurê me di destê YPG'ê de ye. Her roj em dibêjin şukir ji Xwedê re. Ji ber ku em dizanin; eger ne di destê YPG'ê de bûya wê ev kur weke bombeya zindî bihata bikaranîn û ev yek jî me aciz dike. Şukir ji Xwedê re ku kurê me sax e û di destê YPG'ê de ye. Rica me ji wan ew e ku demek ji ya din zûtir em bi saxî û selamatî bigihêjin hev."
Dayika Mahmût Gazî Tatar Yildiz Tatar jî anî ziman ku kurê wan hatiye xapandin û got, "Kurê min xwendekar bû. Xizmê me û hevalên wî yên din bi zewac, pere û soza cîhadê ew xapandine. Ez dixwazim kurê xwe bibînim. Ji YPG'ê rica dikim, bihêle ku ez kurê xwe bibînim. Em ê ti carî destûrê nedin ku kurê me tevlî karekî bi vî rengî bibe. Ji xwe di hevpeyvînê de wî bi xwe jî gotiye ku poşman bûye."