Polîsê Rihayê hewl dide bi îşkenceyê kiryarê komkujiyê biafirîne

Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê, ku bi îşkencekirina siyasetmedarê Kurd Serhat Polatsoy ji aiyê kontrgerîla ve hewl da têkiliya wî bi komkujiya Enqereyê re deyne, vê carê ji bo kiryarê komkujiya Pirsûsê biafirîne îşkence li jineke ciwan kir.

Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê, ku bi îşkencekirina siyasetmedarê Kurd Serhat Polatsoy ji aiyê kontrgerîla ve hewl da têkiliya wî bi komkujiya Enqereyê re deyne, vê carê ji bo kiryarê komkujiya Pirsûsê biafirîne îşkence li jineke ciwan kir. Nazli D. a li îşkenceyên giran rast hat, serbest hat berdan. Parêzerê D. got, "Emniyeta Rihayê piştî komkujiya Pirsûsê kî kir binçavan, hewl da têkiliya wan bi komkujiya li Pirsûsê re deyne."

Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê, ku kiryarên omkujiya Pirsûsê ya 33 şoreşger lê hatin qetilkirin dernexist holê, di nava hewldanên afirandina kiryaran de ye. Piştî komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê, di encama îfadeya keseke aqlê wê ne temam e, jina ciwan a bi navê Nazli D. hat binçavkirin. Nazli D. birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê û ji bo qebûl bike ku wê fermana komkujiya Pirsûsê daye, îşkenceyên giran lê hat kirin. Nazli D. a 4 rojan rastî lêpirsînê hat, serbest hat berdan.

POLÎS JINEKE AQLÊ WÊ NE TEMAM E BI KAR ANÎ

Di van rojên ku ji ber komkujiya Enqereyê bala her kesî li ser Qesr û AKP'ê ye de, polîsê Rihayê di nava hewldan û lêgerîna afirandina delîl û kiryarande ye. Jina bi navê Gulîstan Dogan a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê ragirtin û aqlê wê ne temam e, di 12'ê Cotmeha 2015'an de îdîa kir ku komkujiya Pirsûsê ji aliyê PKK'ê ve, ji aliyê Nazli D. ve hatiye kirin.

Heman piştî vê 'îfade'yê, xebatkara Navenda Çandê ya Mîtannî Nazli D. li Nisêbînê hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê.

POLÎSAN 4 ROJAN ÎŞKENCE LÊ KIRIN

Li vê derê 4 rojan îşkence li Nazli D. hat kirin û tehde lê hat kirin ku bêje 'komkujiya Pirsûsê PKK'ê kiriye'. Polîsan îşkence û tacîz li Nazli D. kirin, ji pişt ve destên wê kelepçe kirin û bi dar ve kirin.

Nazli D. di binê çavan de mafê xwe yê "bêdengiyê" bi kar anî û teslîm nebû. Nazli D. bi biryara "serbestiya bi kontrol" a dadgehê, hat berdan.

Parêzerê Nazli D. Bekîr Benek got, "Ji bilî îfadeya miroveke aqlê wê ne temam e, ti delîl li hemberî muwekîla min nîne. Lê belê tevî vê yekê jî 4 rojan îşkence lê hat kirin."

'POLÎS HEWL DIDE DER HEQÊ PIRSÛSÊ DE ÎFADEYA HER KESÎ BIGIRE'

Parêzer Benek anî ziman ku demeke dirêj destûr jê re nehatiye dayîn ku muwekîla xwe bibîne û got, "Bi binçavkirinê re dest bi îşkenceyê kirine. Xuyaye polîsan xwestin delîlekî û sûcdarekî biafirînin. Îşkence li muwekîla min kirin ku berpirsyariya komkujiya Pirsûsê qebûl bike. Di demeke ku ji ber komkujiya li Enqereyê hemû awir çûn ser AKP'ê de, plan kirin ku berpirsyariya komkujiya Pirsûsê bixin stûyê HDP'ê. Lê bi ser nexistin. Operasyonek bi mebesta siyasî hat kirin bû. Lê muwekîla min ev fêm kir û plana wan pûç kir."

Parêzer Bekîr Benek da xuyakirin ku ev 2 meh in polîs hewl didin ji her kesên li Rihayê digire binçavan li ser komkujiya Pirsûsê îfadeyê bigirin û got, "Ji bo girtina van îfadeyan jî îşkenceyê dikin."

Parêzer Benek ragihand ku li Rihayê îşkenceya di binê çavan de êdî bûye pêkanîneke asayî û got, "Îşkenceya li mirovan tê kirin, di raporan de jî nanivîsînin. Muwekîla min Nazli D. îşkenceya lê hat kirin ji dozgeriyê re vegot, dozgeriyê nivîsand. Lê belê vê yekê di rapora dadgehê de cih negirt. Tevî ku me xwest jî cih negirt. Pêwîste hesabê van pêkanînên li dijî mirovahî û hiqûqê were dayîn. Miroveke ku di xewna xwe de jî Pirsûs nedîtiye, zext lê hat kirin ku berpirsyariya komkujiya Pirsûsê bixe stûyê xwe. Ev zext û îşkence bûyere li dijî mirovahiyê ye."