Hottînger: DAIŞ yekîneya îstîxbaratê ya Iraq û DYA ye

Pisporê Rojhilata Navîn ê xwedî tecrûbe Arnold Hottînger got, "DAIŞ rêxistinbûyîneke olî nîne. Yekîneyên îstîxbaratê yên Iraqa wê demê û DYA ne, ku kirasê olî li xwe kiriye û hewl dide bibe desthilatdar."

Pisporê Rojhilata Navîn ê xwedî tecrûbe Arnold Hottînger got, "DAIŞ rêxistinbûyîneke olî nîne. Yekîneyên îstîxbaratê yên Iraqa wê demê û DYA ne, ku kirasê olî li xwe kiriye û hewl dide bibe desthilatdar."

Pisporê Rojhilata Navîn ê Swîsreyî Rojnamevan-Nivîskar Prof Arnold Hottînger, qewimînên li Rojhilata Navîn û rastiya DAIŞ'ê ji ANF'ê re nirxand.

Hottînger diyar kir, ku dewlet li şûna li ser gelê xwe hebûna xwe biparêzin, hewl didin li ser yekîneyên xwe yên îstîxbaratê hebûna xwe bidomînin û destnîşan kir ku ev rewş li Rojhilata Navîn bêhtir serdest e. 

Hottînger da xuyakirin ku li Iraqê Saddam, li Sûriyeyê jî Esad, hikûmetên xwe bi rêya sîstemên xwe yên îstîxbaratê bi rê ve birine û ev nirxandin kir:

"Yekîneyên îstîxbaratê yên li van welatan hatin avakirin, her tim ji aliyê Amerîkayê ve hatin destekkirin. Amerîka dema destek da van sîsteman, hingî li benda hin tiştan bû. Di berdêla van bendewariyan de îmaja 'aramiyê' dida van her du welatan.

Bi saya Amerîka û hêza dînamîk a îstîxbarata navxweyî, rêveberiyên li van her du welatan ji aliyê heman kesan û malbatan ve 20-30 hat meşandin.

Mînak; Yemen bi vî rengî hatiye birêvebirin. Gelan gelekî ji rêveberî û hikûmetan kişandin û herî dawî gihaştin radeya teqînê. Bêtehemûliya li sîstemên heyî, mîna nexweşiyekê li hemû welatên Ereb di heman demê de di nava gelan ve veguherî îsyanê. Tûnis, piştre li Misir, Yemen û Behreynê serhildanên gel destpê kirin û vê yekê dûre xwe li Sûriyeyê nîşan da.

Li Sûriyeyê rewş bi temamî bi vî rengî nebû. Ji ber ku li Sûriyeyê rêveberiya dewletê mîna welatên din ên Ereb ne tenê ji aliyê sîstemên îstîxbaratê ve dihat birêvebirin. Di heman demê de ji aliyê civata baweriyê ji aliyê Elewiyan ve dihat destekkirin.

Li hemû welatên Bihara Ereb lê hat jiyîn, bendewariya herî mezin a gelan pêkhatina demokrasiyê û rêveberiya bi mercên demokratîk bû. Lê belê der barê derbasbûna nava demokrasiyê, pêkhatina demokrasiyê û avakirina vê sîstemê de zêde agahiyeke xwe nebûn.

Misir bi rêveberiya leşkerî desthilatdariya xwe dewam kir. Li welatên din jî ji ber ku sîstema ji gelek partiyan tinebû yan jî ev welat ji aliyê eşîr, malbat an jî komên din ve dihatin birêvebirin, partiyên siyasî yên karibin bibin mûxalîf, ava nebûbûn."

DAIŞ YEKÎNEYÊN ÎSTÎXBARATÊ YÊN DYA Û SADDAM E

Hottînger der barê hebûna DAIŞ'ê de jî ev tespît kir: "Di dema Saddam de, yekîneyên îstîxbaratê yên li Iraqê komeke tund a Îslamî ava kirin û vê yekê jî DAIŞ a îro derxist holê. Koma jê re DAIŞ tê gotin, bi peydakirina tirsê li ser mirovan re, dixwaze li herêmê bibe hêzek. Desthilatdariya bi tirsê, rêbazeke ku îstîxbarata Iraqê bi salan bi Saddam re daye meşandin bû. Ev rêbaz niha ji aliyê DAIŞ'ê ve tê birêvebirin.

Di nava rêveberên DAIŞ'ê de rêveberên îstîxbaratê yên xizmet ji Saddam re kirine, hene. DAIŞ bi ti awayî rêxistinbûyîneke olî nîne. Yekîneyên îstîxbaratê yên Iraqa wê demê û DYA ne, ku kirasê olî li xwe kiriye û hewl dide bibe desthilatdar.

DAIŞ heman rêbazên yekîneyên îstîxbaratê yên xizmet ji Saddam re dikirin, bi kar tîne. Mînak; DAIŞ berî cihekî dagir bike ajanan dişîne wê derê. Ev ajan li wê herêmê, mirovên xwedî hêza aborî, mirovên dijminê hev, baweriyên mirovan, pirsgirêkên hundir, derve û olî yên herêmê hemûyan tespît dikin. Di çarçoveya van agahiyan de, kesên li wê herêmê hevparî pê re were kirin, kesên divê li derve bên hiştin ên li wê herêmê tespît dikin û plana dagirkeriyê dikin. DAIŞ'ê bi vê rêbazê re hem li beşek Iraqê hem jî li beşek Sûriyeyê dagirkeriya xwe ava kirin."

'HEBÛNA SÎSTEMAN, VÎNA GELAN ŞIKANDIYE'

Hottînger da zanîn ku hêzên heyî yên li herêmê bi giranî dixwazin xwe bispêrin Rûsyayê û ji bo vê jî mînaka Esad da.

Hottînger diyar kir ku Esad baş dizane bêyî Rûsan nikare li ser piyan bimîne û got, "Li aliyê din hin hêzên herêmî jî dixwazin xwe bispêrin Amerîkiyan. Yek ji van hêzan jî Siûdî ye. Ji ber vê yekê hebûna van her du hêzan her tim ji aliyê hin derdoran ve tê xwestin, lewma bang li wan tê kirin ku bên herêmê.

Ez dixwazim vê bêjim: li herêmê dewletek nîne ku dixwaze hêzeke xwe dispêre gel ava bike. Ji ber vê yekê van hêzan her tim ji xwe re li vê herêmê cih dîtine.

Ji bo herêmê rewşa herî baş, vekişîna Rûsya û Amerîkayê ye. Lê belê ez nizanim ku dema van hêzan xwe vekişandin wê rewşeke çawa derkeve holê.

Ji ber ku gelên li van welatan hîn bûne bi hebûna van hêzên mezin re bijîn. Ti hêz neketiye nava feraseteke ku bêyî van hêzan ji xwe re sîstemekê ava bike.

Min ev rewş li Lîbyayê dît. Li Lîbyayê di dema hilbijartinê de mirov diçûn Sefaretxaneya Amerîkayê û dipirsîn ku divê dengê xwe bidin kê. Yanî dixwazim vê bêjim; civakên li vê derê ji aliyê sîstemên heyî ve bêvîn hatine hiştin."

ARNOLD HOTTÎNGER KÎ YE?

Pisporê Rojhilata Navîn Rojnamevan-Nivîskar Prof. Dr. Arnold Hottînger ê 89 salî, beşeke mezin a jiyana xwe li Rojhilata Navîn derbas kir. Li vê herêmê hem lêkolîn kir, hem jî nûçegihaniya Rojhilata Navîn kir. Li ser Rojhilata Navîn zêdeyî 10 pirtûk nivîsand. Li rojnameya Swîsreyê ya bi navê Joûrnal 21 nivîskariyê dike.

...