PKAN ji Kurdên Anatoliya Navîn xwest dengê xwe bidin HDP'ê

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn da xuyakirin, ku HDP projeya aştî, biratî û demokrasiyê ye û bang li hilbijêran bi taybetî jî Kurdên Anatoliya Navîn kir, ku dengê xwe di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bidin HDP'ê.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Kurdên Anatoliya Navîn ên li Ewropayê dijîn kir, ku heta 25'ê Cotmehê biçin ser sindoqan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku tifaqa Kurd, Tirk, Elewî, Çerkez, Ermenî, Êzidî, Suryanî, hemû gelên bindest û xizan, ku di bin sîwana HDP'ê de hat kirin, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi rêjeya ji sedî 13,8 a dengan re serketineke mezin bi dest xistine û got, "Ev serketin serketina me hemûyan bû."

PKAN'ê diyar kir ku weke Kurdên Anatoliya Navîn, wan her tim ji bo maf, azadî û demokrasiyê têkoşîn meşandine û got, "Ji ber vê yekê bi helwesteke hêjayî Mûrat Bozla, Faîk Candan, Cemîl Barlas, S. Soro, Seran Anatoliya, Erol Can, herî dawî Fatma Karabûlût û Şîrîn Kiliçalp ên di komkujiya li Enqereyê de şehîd ketin û gelek şehîdên xwe yên navên wan nayên jimartin tevbigerin û tevlî hilbijartinê bibin."

'EM BI XURTÎ TEVLÎ DENGDAYÎNÊ BIBIN Û LÎSTIKAN PÛÇ BIKIN'

PKAN da xuyakirin, ku dewleta Tirk serketina wan a 7'ê Hezîranê qebûl nekiriye, lewma biryara ji nû ve hilbijartin û şer wergirtiye û got, "Hewl didin HDP'ê di binê bendê de bihêlin. Em jî bi dirûşma 'dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa azadî' hîn bêhtir bi xurtî tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibin û van lîstikan pûç bikin. Em deng bidin HDP'ê û bihêlin ku mirovên din jî deng bidin HDP'ê. HDP projeya aştî, biratî, azadî û demokrasiyê ye. HDP nûnerê me ye."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Kurdên Anatoliya Navîn bi gelên din ên li Anatoliyê re di nava aştî û aramiyê de jiya ye û destnîşan kir, ku dema ev yek kir, ti carî dest ji çanda û nasnameya xwe berneda. 

PKAN bibîr xist, ku Kurdên Anatoliya Navîn li hemberî polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê heta roja îro xwe parast û got, "Ji em asîmîlasyonê bisekinînin, em dengê xwe bidin HDP'ê."

'JI BO XWEDÎDERKETINA LI NASNAME, ÇAND Û DÎROKA XWE, DENGÊ XWE BIDE HDP'Ê'

Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû:

"Weke ku tê zanîn, di hilbijartinê de benda ji sedî 10'an heye. Baweriya me tam e ku HDP wê ji vê bendê derbas bibe. Li gorî plansaziya hatiye kirin, ji Ewropayê ji sedî 1 ê dengan tê hêvîkirin. Ev hejmareke gelekî zêde nîne; divê her kes bi berpirsyarî rabe, bi baldarî tevbigere û ji sedî sed dengê xwe bi kar bîne.

Ya dikeve ser milê me; xwedîderketin û bikaranîna dengê xwe ye. Em vê yekê ji bo xwe û gelê xwe dikin û divê em ji sedî sed dengê xwe bi kar bînin.

Ji bo xwedî li nasname, çand û nirxên xwe yên dîrokî derkeve, dengê xwe bide HDP'ê."