Serokê AKP’ê li ser sindoqê çek kişand!

Hat ragihandin ku li navçeya Payîzava ya Wanê Serokê AKP’ê yê navçeyê Halît Toktaş, li rex polîs çek li endamê desteya sindoqan kişand û ew tehdîd kir.

Hat diyarkirin ku Serokê AKP’a Payîzava Halît Toktaş ê çû dibistana li Taxa Axçranîs a Payîzava çek li Yusuf Aslan ê wezîfedarê sindoqa hejmar 1051 kişandiye û ew tehdîd kiriye.

Hat îdîakrin ku Toktaş ê AKP’yî bi polîsan re hatiye qada sindoqan li vir hewl daye zextê li gel bike, heqaret li wezîfedarê sindoqan Yusuf Aslan kiriye û ew tehdîd kiriye. Piştî bûyerê Toktaş ê AKP’yî û wezîfedarê sindoqê Yusuf Aslan ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.

Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin birine midûriyeta polîsan a navçeyê.

Her wiha hat ragihandin ku li Taxa Nêrkox kesên bi navê Yusuf Akbûlût û Mahmût Akbûlût ên li sindoqên hejmar 1095 û 1096 wezîfedar in, êrîşî muşahîdên  HDP’yî kirine û ew tehdîd kirine.