Şahidê 29 raperînên Kurd dengê xwe bi kar anî!
Mihemedê Êrsî (Mehmet Esen) yê 130 salî, ku li gundê Êrsê yê navçeya Sêrt Dihê dijî, dengê xwe bi alîkariya neviyên xwe bi kar anî.
Mihemedê Êrsî (Mehmet Esen) yê 130 salî, ku li gundê Êrsê yê navçeya Sêrt Dihê dijî, dengê xwe bi alîkariya neviyên xwe bi kar anî.
Mihemedê Êrsî (Mehmet Esen) yê 130 salî, ku li gundê Êrsê yê navçeya Sêrt Dihê dijî, dengê xwe bi alîkariya neviyên xwe bi kar anî. Êrsî xwest hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji gelan re aştî û aramiyê bîne.
Mirovê herî bi emr ê cîhanê Mihemedê Êrsî yê 130 salî yê li gundê Êrs ê Dihê dimîne, mîna her hilbijartinê di vê hilbijartinê de jî çû ser sindoqan.
Êrsî bi alîkariya neviyên xwe hat Dibistana Seretayî ya Weqfa Perwerdeya Milî ya li navenda Dihê û dengê xwe avêt sindoqa ji hejmara 1044'an. Êrsî xwest hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji gelên bira re aştî û aramiyê bîne.
Êrsî ku di 1. Şerê Cîhanê de li 3 eniyên cuda şer kir, tevî ku di damezrandina Komarê de cih girt jî, di sala 1992'an de ji ber ku gundê wî ji aliyê leşkeran ve hat valakirin, neçar ma koçî navçeya Hatay Dortyolê bike. Êrsî yê 130 salî di sala 2004'an de li gundê xwe vegeriya û ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan bang li partiyan kiribû.
Êrsî yê ji 29 raperînên Kurdan re şahidî kiriye, da xuyakirin ku ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê û vir ve mafên Kurdan hatine talankirin.