HDP'ê hişyariyên girîng da hilbijêr û muşahîdan

HDP'ê li ser ewlehiya sindoqan hişyarî da hilbijêr û muşahîdan. HDP'ê diyar kir ku Serokê Desteya Sindoqê nikare ti muşahîdekî derxîne derve û got, "Divê rapora ji mor û îmzeyê orjînal bê wergirtin."

HDP'ê li ser ewlehiya sindoqan hişyarî da hilbijêr û muşahîdan. HDP'ê diyar kir ku Serokê Desteya Sindoqê nikare ti muşahîdekî derxîne derve û got, "Divê rapora ji mor û îmzeyê orjînal bê wergirtin."

Ji Koordînasyona Sîstema Şopandina Sindoqan a Navenda Giştî ya HDP'ê Nejat Ûgraş, hişyarî da hilbijêr û muşahîdan.

'GELEK ÎXBAR GIHÎŞTIN BER DESTÊ ME'

Ûgraş da xuyakirin ku weke Navenda Wergirtina Agahiyan, wan hemû gilî û îxbar ji ekîbên xwe yên hiqûqê re ragihandine û got, "Ji sibehê ve gelek gilî û îxbar gihaştin ber destê me. Ji zexta îmzekirina rapora vala, heta bikaranîna dengan bi komî, astengkirian bikaranîna dengan, gelek binpêkirin rû dan."

'DIVÊ MUŞAHÎD DERNEKEVIN DERVE'

Ûgraş bang li muşahîdan kir û got, "Mafê ti serokê desteya sindoqê nîne ku muşahîdan derxîne derve yan jî nehêlin ew bikevin hundir. Ji ber ku encamên hilbijartinê bi awayekî vekirî tê kirin."

JI BO KURDISTANÊ HIŞYARIYA 'SAET 16:00'

Ûgraş got, "Divê welatiyên me, heman piştî dengdayînê neçin malên xwe" û ji bo hilbijêrên li Kuerdistanê got, "Dengdayîn saet di 16:00 de diqede. Demeke kurt ma. Yên heta niha dengên xwe bi kar neanîne, divê tavilê ji malê derkevin û biçin dengên xwe bi kar bînin."

Ûgraş da zanîn ku der barê binpêkirina mafan de welatî dikarin bi rêya telefonê yekser xwe bigihînin maseyên krîzê yên li bajar û navçeyan û got, "Divê serlêdan li van maseyan bê kirin û agahî were dayîn. Dîmen û wêne hebe, divê bê şandin."

'HETA KU KÎSÊ JI DENGAN BÊ TESLÎMKIRIN, DIVÊ WERE ŞOPANDIN Û RAPORA JI MOR Û ÎMZEYA ORJÎNAL BÊ STENDIN'

Ûgraş herî dawî got, "Ji bo qonaxa piştî dengdayînê, divê hemû muşahîd û wezîfedarên me yên li desteya sindoqê, li gorî belavoka me daye wan tevbigerin. Heta ku kîsê ji dengan bê radestkirin divê hevalên me yên wezîfedar wan bişopînin. Beriya wê jî her hevalekî me yê muşahîd û wezîfedarê desteya sindoqê, pêwîste rapora ji mor û îmzeya orjînal bigirin. Eger yek ji van herduyan kêm be wê rapor kêm be. Ev yek ji bo me gelekî girîng e. Di binpêkirineke gengaz de ya YSK ji me bixwaze, ev belge ne. Hûn bi wêneyan bikişînin jî YSK qebûl nake. Lewma rapora bi mor û îmzeya orjînal divê. Heta Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê divê hevalên me bi wesayîtê biçin heta cihê radestkirinê."