Gelan ji Swîsreyê gotin: Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin
Gelên li Swîsreyê dijîn, di çarçoveya çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatin cem hev.
Gelên li Swîsreyê dijîn, di çarçoveya çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatin cem hev.
Gelên li Swîsreyê dijîn, di çarçoveya çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatin cem hev.
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Swîsreyê bi çalakiyan tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de li Gorsse Halle Reûtschûle ya li paytext Bernê festîvala 'Ji bo Kobanê Festîval' hat lidarxistin. Tevî komên çep, sosyalîst û anarşîst ên Swîsreyî, rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî di nava organîzeya vê festîvalê de cih girtin. Di çalakiyê de bal hat destnîşankirin ku li Kobanê nirxên mirovahiyê hatine parastin, lewma ji nû ve avakirina wê berpirsyariya her kesî ye.
Festîval bi xwarinên herêmî yên Kurdan, standên pirtûkan û wêneyên li ser Kobanê hat xemilandin. Hatineyên ji vê festîvalê wê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bê şandin. Di festîvalê de 2 dokûmanterên cuda yên li ser Kobanê hatin nîşandan. Her wiha zarokeke 9 salî ya bi navê Hêlîn, pêlîstokên xwe ji bo Kobanê firot û 450 Frankên jê wergirt, radestî komîteya amadekar kir. Vê alîkariya Hêlîn a biçûk, bandor li hemû beşdarên festîvalê kir.
'KOBANÊ SERKETINA HEVPAR A GELAN E'
Li ser navê Komîteya Amadekar Davîd Bohner û Omer Reşîtoglû peyivîn û spasiyên xwe pêşkêşî her kesên beşdarî ji nû ve avakirina Kobanê bûne û dibin, kir.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî li vir axivî û da xuyakirin ku Rojava di encama têkoşîneke zor û zehmet de gihaştiye van rojan. Muslim diyar kir ku êrîşên li hemberî Rojava dewam dikin. Hevserokê PYD'ê Muslim ragihand ku serketina Kobanê bi Kobanê re bi sînor nemaye, bûye serketina hevpar a çar parçeyên Kurdistanê, pêşverû, şoreşger û demokratên li çar aliyên cîhanê.
Muslim axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji Ewropa, Amerîka, Awûstûralya mirov tevlî berxwedana Kobanê bûn û tevkarî li têkoşînê kir. Şehîd dan. Yekîtiya gelan li Kobanê ava bû. Konfederalîzma demokratîk li vê derê bi berdêlên hevpar ên gelan ava bû û wê ji vir belavî cîhanê bibe."
Muslim di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Mezopotamya wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan.
Di Festîvalê de Koma Erbanê ya Navenda Civaka Demokratîk a Bernê, Koma Hîvron, hunermendên Swîsreyî Serenad Ezgî û Pamela Mendez derketin ser dikê. Festîval bi gerandina govendê bi dawî bû.