Polîsan li Wanê êrîş bir ser gelê sindoqan diparêze
Li Wanê gel dixwaze ewlehiya sindoqan pêk bîne, polîs bi bombeyên gazê êrîş dikin.
Li Wanê gel dixwaze ewlehiya sindoqan pêk bîne, polîs bi bombeyên gazê êrîş dikin.
Li Wanê polîs û tîmên taybet dibistan dorpêç kirine, Kurdistanî jî ji ber îxtîmala diziya dengan li pêşiya dibistanan disekinin. Polîsan hewl dan ku bi dijûn û heqaretan ve Kurdistaniyan belav bikin. Polîsên ku hewl didin Kurdistaniyên li pêşiya Dibistana Tahîr a li Taxa Şehîd Firat a navçeya navend a Artemêtanê belav bikin, TOMA û wesayîtên zirxî bi ser gel de ajotin. Polîsan xwestin bi bombeyên gazê gelê li pêşiya Dibistana Ferît Melen a li Taxa Şabaniye belav bikin.
Kurdistanî li pêşiya dibistanan disekinin, li gel wesayîtên zirxî yên polîsan, cîpên bê plake jî balê dikişînin. Tîmên taybet û polîsan dibistan dorpêç kirine û nahêlin kes nêz bibin.