AKP bi rêya polîsan hewl dide hîleyan bike; gel tê astengkirin
Li bajarên Kurdistanê, polîsên ku ji AKP'ê ferman girtine, gefê li ewlekariya sindoqan dixwin. Gel, ji bo pêşî li binpêkirina mafê xwe bigire, ji ber navên dengdayînê ranabe.
Li bajarên Kurdistanê, polîsên ku ji AKP'ê ferman girtine, gefê li ewlekariya sindoqan dixwin. Gel, ji bo pêşî li binpêkirina mafê xwe bigire, ji ber navên dengdayînê ranabe.
Li bajarên Kurdistanê, polîsên ku ji AKP'ê ferman girtine, gefê li ewlekariya sindoqan dixwin. Gel, ji bo pêşî li binpêkirina mafê xwe bigire, ji ber navên dengdayînê ranabe.
MÛŞ
Dengdayîna li Mûşê, di bin siya çekan de dewam dike. Li navenda bajêr û gundan, tevî tevgera polîs û leşkeran jî gel li hemberî her şêwe zextan xwedî li sindoqên xwe derdikeve.
Li Dibistana Seretayî ya Zafer a 100. Yilê, polîsan xwestin bi taybetî bi serokên sindoqan re hevdîtinê bike. Hevdîtina gengaz ji aliyê muşahîdên HDP'yî ve hat astengkirin.
Li pêşiya dibistanan, polîsên Tirk bi wesayîtên xwe yên zirxî û tîmên taybet re hewl didin zexta psîkolojîk bikin.
Polîsên tîmên taybet li ber Lîseya Îmam Hatîp a Anadolû ya Mûşê, nehişt ku nûçegihanê DÎHA'yê wêne û dîmenan bikişîne.
Li Dibistana Seretayî ya Daglarbaşi ya li bajarokê Karagaçli yê navçeya Haskoyê, xizmên namzet AKP'ê yê rêza 2. Abdullseam Er, nehiştin berpirsyar û muşahîdên HDP'yî yên wezîfedar bikevin hundirê dibistanê.
AGIRÎ
Li navçeya Agirî Giyadîê malbatên zarokên bi navê Mûhamemd Aydemîr (16) û Orhan Aslan (17) ên di 12'ê Tebaxê de li depoya firina lê dixebitîn ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin, dengên xwe bi kar anîn. Bavê Aydemîr Hanîfî Aydemîr piştî dengdayînê diyar kir ku ew aştî û edaletê dixwzin û got, "Em naxwazin êdî mirov bimirin. Zarokên me hatin qetilkirin. Min deng da HDP a wê aştiyê bîne."
Dayik Behîce Aslan jî anî ziman ku kurê wê ji bo nanê xwe dixebitî û got, "Tevî vê êşa xwe jî ez aştiyê dixwazim. Êdî bes e, bila aştî were."
Li aliyê din polîsan danê sibehê hemû dibistanên li navçeyê dorpêç kirin û zextê li hilbijêran dikin.
WAN
Li Wanê jî ku dengdayîn dewam dike, zexta polîs û leşkeran didome. Li kolana Maraşê, wesayîta bûkê ya bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin, ji aliyê polîsan ve hat sekinandin û kontrola nasnameyê hat kirin. Gel nerazîbûn nîşanî polîsan da. Lê belê polîsên Tirk cezayê trafîkê li wesayîtê birîn.
Li Dibistana Seretayî ya Suphanê jî 2 kes bi îdîaya ku alên HDP'ê hildan e, hatin binçavkirin. Her du kesên navê wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Emniyetê.
ERZÎROM
Li taxa Dereklî ya navçeya Erzîrom Qereqyaziyê, polîsên li ser sindoqan bûn, bi qeta muşahît a AKP'ê digeriyan. HDP'yî li dijî vê derketin.