Li gelek navendan çalakiyên 'Roja Kobanê ya Cîhanê'
Li gelek bajarên Ewropayê bi wesîleya 'Roja Kobanê ya Cîhanê' meş û mîtîng hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 1 sermawezê 2015, 17:54
Li gelek bajarên Ewropayê bi wesîleya 'Roja Kobanê ya Cîhanê' meş û mîtîng hatin lidarxistin.
PARÎS
Meşa Parîsê "Cîhan ji bo Kobanê dimeşe" saet di 14:30 de li Meydana Bastîlle destpê kir. Di meşa bi beşdariya bi hezaran kesî de li refên herî pêş gelek Şaredar, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên Partiay Çep, Partiya Komunîst, NPA û tevgerên din ên çep bi pankarta bi nivîsa "Kobanê ji bo mirovahiyê li ber xwe da, avakirina Kobanê avakirina mirovahiyê ye" meşiyan. Meşvan saet di 16:00 de gihaştin Meydana Repûblîqûe. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç û li ser navê PYD'ê Xalid Îsa mafê axaftinê girtin.
GRAZ
Li bajarê Awûstûrya Grazê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de, li navenda Grazê Eîsenes Tor saet di 14:00 de xeleka ji mirovan a hat avakirin. Piştî çalakiya xeleka ji mirovan saet di 15:00 de mîtîngek hat lidarxistin. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên Awûstûryayî destek dan çalakiyê. Di axaftinên li çalakiyê de bal hat kişandin ser rewşa li Kobanê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê û hat destnîşankirin, ku ji bo avakirina Kobanê pêwîstî bi piştgiriya navneteweyî heye.
NURNBERG
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meş û mîtîngek hat lidarxistin. Ji gelek neteweyan mirov tevlî çalakiyê bûn. Girseya gel piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li Aûsesplatzê, dest bi meşê kir û bi qîrîna dirûşmeyan heta Hallplatzê meşiya. Li dû meşê mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên i vir de hat ragihandin ku Kobanê ji bo Kurdan Stalîngrad e.
DRESDEN
Li bajarê Elmanya Dresdenê bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê meş û mîtîng hta lidrxistin. Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî, Tirkî û Elmanî daxuyanî hat dayîn. Meclîsa Gel a li Dresdenê û Parlamenterên Dîe Lînke yên li Sachsenê axivîn. Çalakî bi qîrîna dirûşmên ji bo Kobanê bi dawî bû.
HELSÎNKÎ
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîng hat lidarxistin. Di mîtînga bi beşdariya 200 kesî de berxwedana Kobanê hat silavkirin. Hat ragihandin ku Kobanê ji bo tevahiya mirovahiyê veguheriye kela berxwedanê û ji bo ji nû ve avakirina Rojava û Kobanê banga berpirsyariyê li tevahiya gelên cîhanê hat kirin.
Koma trampet a Fînî jî beşdarî mîtîngê bû û hunera xwe pêşkêş kir.