Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek da xuyakirin ku heta niha li Amedê û gelemperiya Kurdistanê di dengdayînê de mafên mirovan gelek caran hatine binpêkirin û got, "Lê belê tevî vê yekê jî gelê me bi vîneke xurt tevlî hilbijartinan dibe."
Şîmşek rewşa dawî ya dengdayînê û zextên ji aliyê hêzên dewletê ve tên kirin, ji ANF'ê re nirxand.
'TEVLÎBÛN DI ASTEKE BILIND DE YE'
Şîmşek da xuyakirin, ku gelê Amedê bi eleqeyeke mezin danê sibehê dest bi dengdayînê kiriye û got, "Gelê Amedê, li hemberî AKP û Tayyîp Erdogan ên vîna wan nas nekir, gelekî aciz û bi hêrs e. Vê hêrsa xwe jî vediguherîneke hesteke mezin a berpirsyariyê û diherike ser sindoqan. Li gorî encamên ku me heta niha bi dest xistin; asta tevlîbûna li dengdayînê gelekî bilind e. Dikarim bêjim ku bangên me yên ji bo tevlîbûna dengdayînê di nava gelê me de cihê xwe dîtiye."
'BI AWAYEKÎ CIDÎ MAF TÊN BINPÊKIRIN'
Şîmşek da zanîn ku binpêkirina mafên mirovan ên di dengdayînê de di asteke bilind de ye û got, "Ji danê sibehê ve polîsan bi wesayîtên zirxî hemû cihên dengdayînê dorpêç kirin û hînê jî hewl didin tevlîbûna gel a li dengdayînê asteng bikin." Şîmşek bibîr xist ku rêya Liceyê ji sibehê ve hatiye girtin û li ser serlêdana wan, ji aliyekî ve hatiye vekirin, lê dîsa jî astengî dewam dike.
Şîmşek diyar kir ku li gundan jî jenderme pêşî li gundiyan digirin û nahêlin gundî dengên xwe bi kar bînin.
'VÎNA GEL ASTENGIYAN NAS NAKE'
Şîmşek ragihand ku tevî hemû zext û astengiyan jî gel bi coşeke mezin û bi heybet vîna xwe nîşan dide û got, "Gel bi vîna xwe, zext û astengiyan ji hev dixîne. Û gelê me careke din dersê dide AKP û Erdogan ên vîna gel nas nakin."