Ji HDP'ê 'Nexşeya îxlalkirinan'
HDP’ê li kîjan navendan herî zêde îxlal û bê ûsulî hatine kirin aşkera kir.
HDP’ê li kîjan navendan herî zêde îxlal û bê ûsulî hatine kirin aşkera kir.
HDP’ê li kîjan navendan herî zêde îxlal û bê ûsulî hatine kirin aşkera kir.
HDP’ê têkildarî îxlal, astengî û bê ûsuliyên hatine kirin nexşe derxist. Li gor nexşeyê îxlal herî zêde li herêmên ku HDP’ê dengên zêde girtine rû dane.
STENBOL DI RÊZA YEKEMÎN DE YE
Di rêza yekemîn a nexşeyê de Stenbol heye. Li gel ku muşahîdên HDP’ê hatine tehdîdkirin, li dibistanekê jî êrîşa polîsan rû da. Dîsa li gel ku dengdayîn temam nebû li navçeya Bayrampaşa çewalekî dengan hejmar (1192) a li vê navçeyê nîne jî hat dîtin wek îxlaleke girîng di nexşeyê de cih girt.
Li Enqereyê di dema dengdayînê de ku îxlalên zêde rû dan, li hin herêman dengên mukerrer hatin bikaranîn.
LI KURDISTANÊ GELEK ÎXLAL
Hema hema li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê îxlal pêk hatin. Bi taybet li bajarên wek Amed, Mêrdîn, Şirnexê yên piştî 7’ê Hezîranê êrîşên dewletê zêde bûn, di bin siha îxlalan de derbas bû. Li hin deverên hilbijartinan ên Amedê polîsên tîmên taybet bi rûpoşan geriyan.
120 ÎXLAL HATIN QEYDKIRIN
Di nexşeyê de 120 îxlal cih girtin. Bi giştî îxlal li gel bajarên Kurdistanê li Konya, Eskîşehîr, Bûrsa, Edene, Mersîn, Antalya, Îzmîr û Manîsayê hatin dîtin.
BINÇAVÎ
Ji Navenda Giştî ya HDP’ê re bi temamkirina dengdayînê û destpêkirina hejmartina dengan re di serî de li bajarên Kurdistan ji gelek navendan agahiyên binçavkirina muşahîdên HDP’yî hatin.