KNK: Kobanê, wê bibe alternatîfa krîza Rojhilata Navîn
KNK’ê diyar kir ku Kobanê alternatîfa rizgarbûna ji krîza Rojhilata Navîn temsîl dike.
KNK’ê diyar kir ku Kobanê alternatîfa rizgarbûna ji krîza Rojhilata Navîn temsîl dike.
Desteya Rêveber a KNK’ê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kobanê ne tenê bajarek e, cihê ku tevahî mirovatî û nirxên mirovatiyê li hember dijminên mirovatiyê parastiye ye. Kobanê ne tenê bi berxwedana xwe; di heman demê de bûye sembol û pêşengê alternatîfa demokratîk a rizgarbûna ji krîza Rojhilata Navîn.”
Daxuyanî wiha didome:
‘BI BERXWEDANA ŞEHÎDAN A BI HEYBET VE LI HEMBER HOVÎTÎ Û DAGIRKERIYÊ BERSIV HATE DAYIN’
“Ev berxwedan li ser esasê berxwedana bi îrade, wêrektî û bi biryara asta jorî mirovan a fedaiyên xwe bi temamî fedayî gelê xwe û doze xwe kirine ve di nav şert û mercên zehmet û atmosferek a şer a bê tewazûn de, Kobanê dengê xwe gihandiye tevahî cîhanê. Ev bi saya berxwedana destanî ya mezin a şehîdan ve pêş ketiye. Ji ber vê jî em di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de ji ber keda wan a mezin tevahî şehîdên xwe yên leheng ji nû ve bi bîr tînin. Ev berxwedana mirovatiyê ya ku bi heybet meşandin li hember hovîtiyê û dagirkeriyê bû bersiva gelê me û hêzên demokrasiyê. Ev berxwedan li hember hovîtiya DAIŞ’ê bûye dengê azadî û demokrasîya mirovatiyê.”
JI BO HDP’Ê BANGA PIŞTGIRIYÊ
Di daxuyaniyê de ku li her çar parçeyê Kurdistan û derveyî welat gelên piştgiriyê dide Kobanê tê silavkirin de banga piştgiriya HDP’ê jî hat kirin.